Ji bo alîkariya koçberan komînan xebatên xwe zêde kirin

Piştî rêxistinên navdewletî ji ber êrişên dewleta Tirk xebatên xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê taloq kirin, meclîsa bajarê Qamişlo bi kordîneya li gel buroya kar û barên koçberan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên xwe yên alîkariya koçberên hatine bajêr zêde kirin. Hejmara malbatan gihiştiye 960’î.

Ji bo alîkariya koçberan komînan xebatên xwe zêde kirin
Ji bo alîkariya koçberan komînan xebatên xwe zêde kirin
Ji bo alîkariya koçberan komînan xebatên xwe zêde kirin
Ji bo alîkariya koçberan komînan xebatên xwe zêde kirin
Ji bo alîkariya koçberan komînan xebatên xwe zêde kirin
22 mijdar, 2019   05:45
QAMIŞLO – EHMED SEMÎR

Ji ber êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên DAIŞ û Cebhet Nusre li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, taybet li ser bajarê Serêkaniyê û bajarê Girê Spî, zêdeyî 300 hezar şêniyên bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê koçber bûn. Di êrişan de balafirên şer, tank, topavêj, moşek û çekên qedexekirî jî tahin bikaranîn.

Ji bajarê Serêkaniyê derdora 960 malbatan berê xwe dane bajarê Qamişlo, 750 malbat li taxa Xerbî û 210 malbat jî li taxa şerqî yên bajêr bicih dibin. Ew malbat ji 5 hezar 500 kes zêdetir pêk tên.

Piştî êrişên dagirkeriya dewleta Tirk 9`ê Cotmeha derbasbûyî hatin destpêkirin, tevahiya rêxistinên mirovahiyê û rêxistinên navdewletî, heta yên ser bi Neteweyên Yekbûyî ve, xebatên xwe li herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyê taloq kirin û ti agahî derbayê wê yekê de ne anîn ziman. Bi vê yekê re alîkariyên mirovahiyê ji aliyê wan rêxistinan ve li ser şêniyên herêmê hatin birîn.

Buroya kar û barên rêxistinên mirovahiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di kongreya çapemeniyê ya 20`ê vê mehê de ragihandibû ku hejmara koçberan 300 hezar kes derbas kiriye.

Buroyê tekez kir, rêxistinên navdewletî bi destpêka êrîşan re fermanberên xwe kişandin û ji ber fikarên ewlehiyê piraniya çalakiyên xwe rawestandin û ji aliyê dewleta Tirk ve rastî fişaran hatine.

Meclîsa bajarê Qamişlo bi kordîneya li gel buroyê kar û barên rêxistinên koçberan re, da ku şûna rêxistinên navdewletî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tijî bikin û pêdiviyên koçberên hatine Qamişlo peyda bikin, xebatên xwe zêde kirin û di çarçoveya hemleyên komkirina alîkariyan de pêwîstiyên madî, madeyên xwarinê û şîrê zarokan peydan kirin.

Malbatên koçber ên hatine bajarê Qamişlo, li dibistanan, meclîsên komînan û hinek jî li cem xizmên xwe hatine bicihkirin. Meclîa bajarê Qamişlo her wiha di rêya komîteya hawarhatinê ku destpêka serê vê sale de hatiye avakirin, li gorî derfetên heyî xanî ji koçberan re peyda kirin.

Hevserokê Meclîsa Navçeya Xerbî ya Qamişlo Nûrî Îbrahîm da xuyakirin ku meclîsê navê malbatên hatine bajrê tomar kirin û wiha domand`` Li gorî derfetên heyî hemû pêwîstiyên koçberan tên pêşkêşkirin wek kinc, madeyên xwarinê, şîrê zarokan û betanî.`` 

Nûrî Îbrahîm destnîşan kir ku navçeya Xerbî ji bo bicihkirina koçberan dibistanek amade kirin, dibistan têra 20 malbatan dike, niha 9 malbat têde hatine bi cihkirin.``

Nûrî bal kişande ser wê yekê ku meclîsê nivîsgehên kirêdana xaniyan agadar kirine da ku koçberên bixwazin xaniyan bi kirê bigrin neyên xapandin û got: ``Şêniyên Serêkaniyê şêniyên me ne.``".

Ji koçberên Bajarê Serêkaniyê Medîne Yasîn Mehmûd li bajarê Qamişlo bi 3 malbatên din re li komîna taxa Qidûrbeg a rojhilat bicih dibe da zanîn ku:`` Maclîs û komînên Qamişlo alîkariya wan kirine û tevahiya pêdiviyê pêwîst wek doşekan, betaniyan û xanî jî ji bo wan peyda kirine. Lê ji tu rêxistinên navdewletî tu alîkarî nehatine dayîn.``

Medîne Mehmûd derbarê hatine demsala zivistanê got:``Pêdiviya me bi sobeyê û madeya mazotê heye, ji bo zivistanê girîngin.``

(rr)

ANHA