NY: Divê koçber li herêmên xwe vegerin

NY’yê der barê metirsiya rewşa terajedî ya li Sûriyê ragihand ku zêdetirî 11 milyon kes û zêdetirî 6 milyon pergende pêwîstiya xwe bi alîkariyê hene.

NY: Divê koçber li herêmên xwe vegerin
21 mijdar, 2019   12:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Sekreterê Giştî ya NY’yê Stefan Dugrik di civîneke çapemeniyê ya li navenda Rêxistina Navdewletî ya New Yorkê pêk hatiye got: "Der barê aştî û parastina nêzî 3 milyon kes li Idlibê û derdora wê ya li bakur-rojavayê welêt û her wiha jî nêzî 1,6 milyon kes ji koçberên hundirîn de, metirsîdar in."

Stefan Dugrik wiha da zanîn: "Ji destpêkirina şerê ji dawiya Nîsana borî ve, Buroya Komseriya Mafên Mirovan lêpirsînek pêk anî ku zêdetirî hezar qurbaniyên sivîl bi encama şer çêbûne, jê jî bi sedan zarok in."

Der heqê binpêkirinên qirkirina etnîkî yên li dijî kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Stefan Dugrik wiha anî ziman: "Ev bi xebata nûnerê Komseriya Kar û Barên Koçberan ve girêdayî ye ku NY’yê bi israr e ku koçber bi dilxwazî û rûmet vegerin li cihên ku berê ji koç bûne."

(fr)