Kovareke Amerîkî: Gotinên têkildarî serkeftinên Rûsyayê li Rojhilata Navîn û cîhanê mubalexe ye

Rojnemeyeke Amerîkî diyar kir ku axaftina li ser serkeftinên siyasî yên Rûsyayê li Rojhilata Navîn û cîhanê pir mezinkirin e, her wiha diyar kir ku Rûsya derbasî Sûriyê bû da ku parastina veberhênana kevn bike, Îran û Hizbullah jî nahêlin ku Sûriyê serwer bikin.

Kovareke Amerîkî: Gotinên têkildarî serkeftinên Rûsyayê li Rojhilata Navîn û cîhanê mubalexe ye
21 mijdar, 2019   12:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Kovara Furin a Amerîkî gotarek der barê rola Rûsyayê li Rojhilata Navîn û cîhanê de belav kir. Di gotarê de tê xuyakirin ku lîberalên li rojava û muhafazakar li hev dikin ku Rûsya careke din wek hêzeke mezin bi gihîştîna hemû cîhanê erê dikin. Her wiha pisporên siyasî yên derve yên Rûs bi xwe teqez dikin ku ji rojava re baştir e ku vegere welatê xwe li qada navneteweyî.

Lê kovara Amerîkî bi xwe dibîne ku mîna van texmînan li pêşiya analîza objektîf nasekine.

Kovar dibêje ku berhema herêmî ya Rûsyayê ji berhema herêmî ya giştî ya Spanyayê zêdetir e.

Kovarê destnîşan kir ku ev hevkarî ji sala 1956’an ve dema destpêkirina firotina çekên Sovyêtê û perwerdekirina pîlotên ji Sûriyê li Çekoslovakyayê ya hevalbenda Sovyêt û Polonyayê ye.

Her wiha diyar kir ku rêjîma Sûriyê daxwaza yekemîn ji moşekên Sovyêtan û balafirên şer di sala 1956`an de kiribû, lê nehat qebûlkirin. Piştî aloziya Siwês û ji ber şerê bi Îsrail û Tirkiyê re, têkilî xurt bûn û Yekitiya Sovyêtê li Sûriyê bû çavkaniya sereke ya alîkariyên aborî û çekan di dema Şerê Sar de.

Di sala 1971`an de keştiyên berevanî û avjanên Sovyêtê berava Tartosê li Sûriyê bi kar anî. Her wiha di sala 1980`yan de her du welatan peymanek ji bo hevkariya stratejîk îmze kir.

Kovar dibîne ku hatina Pûtîn ya Sûriyê ji karekî li dijî Amerîkayê zêdetir, ji bo parastina projeyeke veberhênana stratejîk a demdirêj li Sûriyê bû. Bi taybetî jî çûyîna Beşar El-Esed ji ser desthilatê dê rewşeke tevliheviyê ya demdirêj an jî serkeftina komên tundraw bi xwe re bîne. Di her du rewşan de jî dê zirarek ji berjewendiyên Rûsyayê re çêbûya.

Tevî vê yekê jî, ne tenê hêza asîmanî ya Rûsyayê hişt ku rêjîm piraniya erdên Sûriyê vegerîne, lê belê ji ber ku hakimiyeta li ser erdê bêyî hêzên bejahî nabe, Pasdarên Îranê û çekdarên Hizbullahê ya Lubnanê ev erk girt ser xwe.

Li gorî kovarê, Îran û Hizbullah ên ku li Sûriyê şer kirin, ne ji bo parvekirina rolan bi Rûsyayê re hatin, lê belê wek piştgiriyekê bi rêjîma Sûriyê re ji bo sedemên taybet hatin. Her wiha dê her du hêz nehêlin ku Rûsya piştî ku gelek leşkerên xwe winda kirin, bi awayekî tekane siyaseta Sûriyê bi rê ve bibe. Ev jî tê wateya ku serkeftina Rûsyayê heta rêjeyeke mezin dê serkeftineke netemam be.