Rapora Buroya Rêxistinên Mirovî... bîlançoya zirarên giştî û mirovî yên bi encama êrişên dewleta Tirk

Daxuyaniya ku Buroya Kar û Barên Rêxistinên Mirovî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê weşandiye, îşaret pê kir ku di encama êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê de 478 sivîlan jiyana xwe ji dest da û hezar û 70 kes jî birîndar bûn. Li aliyekî din jî 300 hezar sivîl koçber bûn, 810 dibistan hatin girtin û binesazî hat wêrankirin.

Rapora Buroya Rêxistinên Mirovî... bîlançoya zirarên giştî û mirovî yên bi encama êrişên dewleta Tirk
20 mijdar, 2019   14:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Beriya niha bi çend kêliyan serokê Buroya Kar û Barên Rêxistinên Mirovî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Abdulqadir Miwehed daxuyaniyek der barê binpêkirinên êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ji 9’ê Cotmehê ve pêk tên, bi rêya civîneke çapemeniyê ku Navenda Desteya Têkiliyên Karên Derve ya li bajarê Qamişlo li dar ketiye, bi beşdariya nûnerên Heyva Sor a Kurd de, xwend.

Daxuyaniya Buroya Kar û Barên Rêxistinên Mirovî wiha ye:

Ji 9’ê Cotmehê û bi destpêkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, dest bi aloziya mirovî kir. Her wiha jî hêdî hêdî êrişên dijmin û binpêkirin zêde bûn. Bi wê re jî hejmara şehîdên sivîl gihaşt 478’an û ya birîndaran jî gihaşt hezar û 70’yan. Li aliyekî dîtir jî hejmara koçberan gihaşt zêdetirî 300 hezar sivîlan ku zêdetirî nîvê wan li bajarê Hesekê ye. Li kêlekê jî 810 dibistan hatin girtin û bû sedema mehrûmbûna 86 xwendekaran ji xwendinê."

Wêrankirina binesazî û kêmbûna zêde ya bersivdana tenduristiyê

Di daxuyaniya de wiha hat diyarkirin: "Bi sedema hedefgirtina nexweşxane û tîmên tenduristiyê bi awayekî yekser an jî kêmbûna gihandina alîkariyên bijîşkî, windakirina arşîva tenduristî û zêdebûna rewşên nexweşiyên ji ber êrişên leşkerî yekser û ne yekser, xizmetguzariyên tenduristiyên zirareke mezin dîtin û hat pişrastkirin ku bi van bûyeran re bersivdana tenduristiyê nêzî ji sedî 40 kêm bû.

Her heqê binesaziyê û mijarên girêdayî xizmet û giştî de di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Hedefgirtina dagirkeriyê ya yekser ji stasyona avê ya sereke ya Elûkê û birîna rêya M4 bûn sedema dijwariya gihandina daneyên xwarin, av û pêdiviyên rojane ji şêniyan re û zêdetir 500 hezar şênî di xeteriya tîbûn û nexweşiyên ku ji qirêjiya ava vexwarinê ya Hesekê û Gundewarên wê bi der diketin, hat hiştin.

Li gorîî raporên Buroya Koordîneya Kar û Barên Mirovî (OCHA), herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî 710 hezar koçber ji herêmên cuda yên Sûriyê pêşwaz kir û diyar kir, heke paşguhkirin û lawazbûna xizmetguzariyên ku li van herêman ku berê pêk dihatin û ji wê zêdetir jî zêdebûna koçberan ji ber êrişên leşkerî yên dawî ber çav hatin girtin, dê mezibûna fişarê li ser binesazî û civaka ku hatiye pêşwazkirin, eşkere bibin.

Di çarçoveya rewşa herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê aramiyê ve, daxuyaniya Buroya Kar û Barên Rêxistinên Mirovî îşaret pê kir ku herêm dabeşî du beşan dibe, herêmek ku di pêşdeçûna tedawiyê de ye ku nû ji azarên şerê li dijî DAIŞ’ê derketiye û herêma dîtir di aramî û jiyana hinekî xwaziyê de dijiya, lê hedefgirtina dawîn, barê koçberiyê û bersivdana mirovî li herêmên ku hê jî tedawî dibin mîna Reqa û Dêrazor, xirabtir e.

‘Siyaseta dewleta Tirk û rejîma Sûriyê bandorê li rêxistinên navneteweyî dike’

Daxuyaniyê bal kişand ser ku piştevaniya ku ji hêla rêxistinên herêmî û saziyên civaka sivîl ve tên, têrê nakin û dane û derfetên heyî kêm in. Lê rêxistinên navdewletî ku bi rêya sînor alîkariyê dikin bi destpêkirina êrişan re karmendên xwe vekişandin û gelek çalakiyên xwe taloq kirin. Ew jî bi sedema metirsiyên ewlehî û rasthatina fişaran ji hêla hikumeta Tirk ve.

Li rex wê jî piştevanî ji NY’ê û hevkarên wê tevî kedên bangawaziyê jî sînordar bûn û alîkariya wê bi koordînakirina bi hikumetan ve girêdayî ye. Helwest û raporên wê girêdayî hikumetên wan in û pê bandor in. Di rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de rola bandora dewleta Tirk û Sûriyê ya girîng bi rêya buroyên li Şam û Dîlokê wek nimûne, heye.

Buroya Kar û Barên Mirovî di 11.10.2019’an daxwazek ji Komseriya Koçberan û Rêxistina OCHA  ku alîkariya valakirina kampên Mebrûka û Eyn Îsa bikin û koçberan veguhêzin herêma ewle bi sedema xeteriyên dagirkeriyê re,  şand. Her wiha daxwaz bi îdîaya neqebûlkirina hikumeta Sûriyê hat redkirin. Ji lew re neçar man dest bi veguhastina kampa Mebrûka bikin.  Li aliyekî din jî dem nema ku koçberên li kampa Eyn Îsa veguhêzin û karasetek pêk hat."

Daxuyaniyê destnîşan kir ku wekaletên NY’yê red kirin ku destwerdan li avakirina kampên Girê Spî û Serêkaniyê yan jî alîkariya firhekirina kampa Mehmûdlî bên kirin. Ji ber pêkanîna giştînameya li parêzgeha Hesekê ya bi hejmara 529 a 31.10.2019’an derketiye ku naber kes li kampê bê pêşwazkirin an jî alîkariya vekirina kampên nû bê kirin.

Daxuyaniyê rapor û wekîlê Sekreterê Giştî ya Kar û Barên Mirovî ya ku pêşkêş Meclisa Ewlehiyê hatiye kirin, rexne kir  û paşguhkirina der barê binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker de şermezar kir.

Li aliyekî din jî daxuyaniyê rapora Mark Lukak ê wekîlê Sekreterê Giştî ya Kar û Barên Mirovî ku pêşkêşî Meclisa Ewlehiyê di 14.10.2019’an de kiriye rexne kir û diyar kir ku gelek xal hene ku pirsan çêdikin û wiha ne:

-Derbasbûna 30 hezar erebe ya Sûriyê bi rêya dergehên diyarkirî bi biryara Meclisa Ewlehiyê ya bi hejmara 2165 û jê jî 900 erebe di meha Cotmehê de hatin. Tevî ku dergeha Yeirûbiyê, dergeheke li gorî biryarê ye ku divê erebe tê re derbas bibin. Lê derbasbûna erebeyan di meha Cotmehê de qet tune bû.

-Di raporê de spasiya hikumeta Tirkiyê ya alîkariya çêkirina stasyona Elûkê tê kirin û li aliyekî din jî der barê êrişkirina hêzên Tirkiyê ya stasyonê di 10.10. 2019’na de tê paşguhkirin. Me ev ji NY’yê der barê sedemên derengxistina çêkirina stasyonê pêşbîn de dikir. Ji wê zêdetir jî derengxistina nehiştina madeyên paqijkirin û filterên stasyonê ji hêla hikumeta Şamê ku hê jî heta niha nehatine.

-Rapor li ser koçberiya 200 hezar û vegera 130 hezar a herêmên xwe diaxive. Di heman demê de rapora UNICEF’ê jî di 05.11’an de li ser koçberiya 215 hezar û vegera 107 hezar sivîl li warên wan, axivî. Ev hejmar xwe dispêre weşandina OCHA ya 31.11’an a bi nûnertiya birêz Mark.

- Li gorî serjimariyên Buro û komîteyên Kar û Barên Koçberan û Desteya Perwerdê, dibistan di van demên dawî ji bo koçberan di navbera 27.11 – 31.11’an de bi nêzî 11 dibistanan hatin bi kar anîn. Her wiha hezar û 300 malbatên koçber li Reqa û hezar – 60 malbat li Hesekê zêde bûne. Di heman demê de 60 hezar koçber ku vegerîn cihên xwe li Qamişlo, Kobanê û Dirbêsiyê hatin tomarkirin. Her wiha hejmara 107 hezar koçberên ku vegerîne malên xwe cihê pirsê ye.

Daxuyaniyê îşaret pê kir ku Buroya Kar û Barên Mirovî tu rewşên ku koçber vegerîne herêmên di bin serweriya hêzên dewleta Tirk ji şêniyên herêmê, tomar nekirine. Di heman demê de vegera sivîlan di vê rewşê de ku binpêkirin li wan herêman ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve pêk tên, dûr e.

Em dibînin ji mafê me ye ku pirsên cidî der barê pîşe û duristbûna van hejmarên ku OCHA pêşkêş dike de, bikin, heke rastir kir, em kesên ku vegerîne, pirs nakin? Ji ku hatine? Bi wê re jî metirsiyê der heqê guhartina demografiya herêmên di bin serweriya Tirkiyê de çêdike.

Em wek Buroya Kar û Barên Mirovî bang li aliyên aktîv û destwerdêrên mirovahiyê li rewşa Sûriyê dikin ku li gorî pîvanên xebata mirovahî, teşwîqkirina serxwebûn û yekaliyê tev bigerin. Vê dozê ji siysetê derxin û hewldanên hegamoniyê ji hêla hikumetan de li ser rapor û bersivdana rewşa mirovî de red dikin.

Bang li gel û hikumetên dewletên ku bi aloziya mirovî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hestiyar in dikin ku gotinên xwe bi rastiyên li herêmê ve raxînin.

Coşkirina rêxistinên navdewletî ya vegera li çalakiyên xwe dikin ku bersiva mezin a rewşa mirovî ye. Tevî ku ji beriya destpêkirina êrişan hatin hişyarkirin jî, lê tu bersivên guncaw nedan.

(fr)

ANHA