Îsraîlê hedefgirtina baregehên Îranê piştrast kir

Dezgehên çapemeniyê qala encamên cuda yên qurbaniyên êrişên Îsraîlê yên li ser cihên li Sûriyê kir, her wiha Îsraîlê diyar kir ku wê navendên leşkerî yên Îranê kirin hedef.

Îsraîlê hedefgirtina baregehên Îranê piştrast kir
20 mijdar, 2019   12:49
NAVENDAN NÛÇEYAN

Ajansa Sana ya fermî ya girêdayî rejîmê, îro ragihand ku di bombebarana Îsraîlê ya li nêzî Şamê de, 2 kes hatin kuştin û çend kesên din birîndar bûn.

Ajansê diyar kir ku parçeyên moşekeke Îsraîlê malek li bajarokê Sese li başûrê rojavayê Şamê ket, di encamê de mal hate rûxandin û 2 kes hatin kuştin û gelek kesên din birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyên Qûneytera û Şamê.

Her wiha Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku moşekên Îsraîlê cihên li Kiswê, herêma Sese, balafirgeha Mezê ya leşkerî, Cedîdê Ertûz, herêma Qedsiya, derdora Sehnaya başûr û başûrê rojavayê Şamê kirin hedefa xwe, di encamê de depoyên çek û cebilxaneyan ên girêdayî Feyleq El-Quds a girêdayî artêşa Pasdaran a Îranê hate rûxandin. Her wiha baregeheke wan, bataryayên moşekên ji erd bo asîman û cihên hêzên rejîmê kirin hedefa xwe.

Li gorî navendê di encama derbeyan de, kuştî û birîndar di refên hêzên rejîmê û Feyleq El-Qudis de pêk hatin, her wiha 11 kuştî hatin teqezkirin di nav de nasnameya 7 ji wan ne ji Sûriyê ne, her wiha di encama bombebarana Israîlê li ser herêma Qedsiya keçeke ciwan birîndar bûn, her wiha malbateke ji jin, zilam û keça wan di bin enqaza mala wan li gundê Bît Sabir li navçeya Sese de wenda bûn.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjanmin Netanyahu îro wiha got: "Derbe ku çeka asmanî ya Israîlê îro serê sibehê li Sûriyê pêk anî, navendên leşkerî yên Îranê kirin hedefa xwe, ew yek jî bersiva bombebarana li ser Israîlê pêk hat."

Netanyahu wiha domand: "Min zelal kir ku ji bilî aliyê ku dê zirarê li me bike, em ê bersiveke giran bidin û ev yek me li dijî armancên leşkerî yên hêzên Feyleq El-Qudis a Îranê û navendên leşkerî li Sûriyê pêk hatin, piştî ku moşek ber bi Israîlê ve avêtin. Em ê garantiya ewlehiya Israîlê bikin."

Beriya niha çapemeniya fermî ya rejîma Sûriyê gotibû berevaniya asmanî ya hêzên rejîmê bersiva moşekên Îsraîlê ku li derdora Şamê pêk hatin, dan.

(jo)