‘Dê dîrok navê Nûbar di nava rûpelên xwe de tomar bike’

Malbata şehîd Nûbar Hec Îbrahîm got dê dîrok navê şehîd Nûbar ku bû qurbanê sûcên Erdogan û çeteyên DAIŞ`ê, bi bîr bîne.

20 mijdar, 2019   13:12
QAMIŞLO

Îro bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo zarokê bi navê Nûbar Hec Îbrahîm ku 11`ê Mijdarê di teqîna Qamişlo de birîndar bûbû, li goristana şehîdên sivîl a li rojhilatê bajarê Qamişlo oxir kir.

Di 11`ê Mijdarê de li kolana Wihdê ya bajarê Qamişlo ku kolaneke sereke ye, rêzeteqîn pêk hatin û di encamê de koordînatorê çalakiyên Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê Xalid Mehmûd Ehmed, nûçegihanên şaredariya Qamişlo Zozan Şêxo û Medîne Hisên şehîd bûn, di gel ku zêdetirî 40 kesên din birîndar bûn. Di vê der barê de ji ber birînên 3 sivîlan giran bûn, ew paşê rakirin nexweşxaneyên Başûrê Kurdistanê û di 13`ê Mijdarê de Amir Elî, îro jî Nûbar Hec Îbrahîm şehîd bûn.

Meclisa Malbatên Şehîdan, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, HPC û saziyên civaka sivîl beşdarî merasîmê bûn.

Li ser navê Meclisa Kantona Qamişlo Silêman Şêxê di merasmê de axivî û sersaxî ji malbata şehîd Nûbar re xwest û diyar kir ku armanca van kiryaran têkbirina ewlekariya herêmê ye.

Silêman Şêxê got piştî êrişên dewleta Tirk şaneyên çeteyên DAIŞ`ê zindî bûn û di encamê de operasyonên terosîtan li herêmê zêde bûn. Silêman Şêxê bêdengiya NY`yê û rêxistinên mirovî der barê êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.

Paşê li ser navê malbata şehîd Nûbar Hec Îbarahîm mirovê şehîd Seyeldîn Behrî axivî û diyar kir, ku dê dîrok navê şehîd Nûbar ku bû qurbanê sûcên Erdogan û çeteyên DAIŞ`ê binivîsîne û wiha pê de çû, kujer û çeteyên operasyonên terorîstî pêk anîn dê nikaribin vîna me tune bikin û dê bersiva êrişan bibînin.

Apê şehîd Mihemed Hec Îbrahîm spasiya beşdaran û nexasim pêkhateyên Ereb, Suryan û Ereban kir û wiha anî ziman, di qada şer de çete têk çûn û lehengên me ew di çeperên şer de bibin xistin, ji ber vê yekê dixwazin tola xwe ji sivîlan hilînin.

Paşê Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya şehîd Nûbar Hec Îbarahîm radestî malbatê kir û di nava sloganan de li goristana sivîlan a li rojhilatê Qamişlo oxir kirin.

(eh)