Bi boneya Roja Zarokan li Hesekê şahiyek hate lidarxistin

Buroya Kar û Barên Rêxistinên Mirovî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya Roja Zarokana Cîhanê, îro li bajarê bajarê Hesekê ji bo zarokên Serêkaniyê yên bi darê zorê hatine koçberkirin û li bajarê Hesekê bi cih bûne, şahiyek li dar xist.

Bi boneya Roja Zarokan li Hesekê şahiyek hate lidarxistin
Bi boneya Roja Zarokan li Hesekê şahiyek hate lidarxistin
Bi boneya Roja Zarokan li Hesekê şahiyek hate lidarxistin
Bi boneya Roja Zarokan li Hesekê şahiyek hate lidarxistin
Bi boneya Roja Zarokan li Hesekê şahiyek hate lidarxistin
Bi boneya Roja Zarokan li Hesekê şahiyek hate lidarxistin
Bi boneya Roja Zarokan li Hesekê şahiyek hate lidarxistin
20 mijdar, 2019   12:46
HESEKÊ

Di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, bi hezaran şêniyên herêmên li ser sînor bi darê zorê ji malên xwe hatin koçberkirin. Bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê, Buroya Kar û Barên Rêxistinên Mirovî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca şadkirina zarokên koçber û wan dûrî rewşa şer bixin, şahiyek li navendên mayîna koçberan li dar xist.

Di şahiyê de bi dehan zarokên koçber tevî hin rêveberên rêxistinên herêmî amade bûn û diyarî û xwarin li ser zarokan hatin belav kirin.

Rêveberê yek ji dibistanên taxa Neşwê Ebd El-Latîf Hisên, axivî û wiha got: "Ji bo ku em kenê li ser rûyê zarokan careke din vegerînin, me şahî di roja zarokan a cîhanî de lidar xisit. Ji ber ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker de bi hezaran zarok dûrî mal û dibistanên xwe ketin. Ji ber şer pîskolojiya zarokan pir xirab e."

Hisên wiha berdewam kir: "Em hewl didin moralê zarokan bilind bikin û wan dûrî rewşa şer bixin."

ANHA