Rêxistina Efûyê ya Navdewletî: Di xwepêşendanên Îranê de 106 kes hatine qetilkirin

Rêxistina Efûyê ya Navdewletî ragihand ku di xwepêşedanên Îranê de herî kêm 106 kes hatine qetilkirin.

Rêxistina Efûyê ya Navdewletî: Di xwepêşendanên Îranê de 106 kes hatine qetilkirin
19 mijdar, 2019   19:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutresê,  rêxistinê di daxuyaniyê de got: "Rêxistina Efûyê ya Navdewletî texmîn dike ku hejmara rast a kuştiyan bi pirî ji vê zêdetir e. Di hinek raporan de îşaret bi kuştina 200 kesî tê kirin."

Rêxistinê  got "Kiryarên desthilata Îranê xeteke tirsdar ji kuştinê re dûrî qanûnê eşkere dike."

Berdevkê Buroya NY`î ya mafên mirovan got li cem wan rapor hene, îsbat dikin ku kuştiyên xwepêşendanên Îranê bi dehan e.

Li gorî Reutresê berdevk rewşa Îranê bi "Metirsdar" wesifand û bang li desthilata Îranê kir ku enternetê vegerîne û ji mafê xwepêşenderan re di azadiya ravekirinê de rêzdar be.

Li gelek deverên Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî rejîma Îranê xwepêşandaran rabûne û xetek siyasî girt li gel daxwaza dûrxistina oldarên ku welêt bi rêve dibin.

Desthilata Îranê jî gefa bilindkirina asta girtekên ewlekarî û pêkanîna cezaya darvekirinê der heqê xwepêşendaran de xwar di heman demê de DYA`yê siyasetên îranî û çewisandina xwepêşendaran şermezar kir.

(şx)