Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê hedefgirtina dewriyeya Rûsyayê de daxuyaniyek da

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Firatê bi daxuyaniyekê mixabiniya xwe der heqê rasthatina dewriyeya Rûsyayê ya hedefgirtina bi kevir û molotofan ji hêla şêniyan ve, anî ziman û piştrast kir ku dê bergiriyên guncaw bigirin da ku careke dîtir bûyerên wiha rû nedin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê hedefgirtina dewriyeya Rûsyayê de daxuyaniyek da
19 mijdar, 2019   13:52
KOBANÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Firatê daxuyaniyeke nîvîskî weşand û tê de mixabiniya xwe têkildarî rasthatina dewriyeya Rûsyayê ya kevir û şûşeyên şewatê (molotof) ji hêla şêniyan ve di dema gera dewriyeya hevpar de ku duh li Kobanê pêk hatiye, anî ziman.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniyê de wiha got: "Duh (18’ê Mijdarê) li bajarê Kobanê dewriyeya hevpar a Rûsyayê rastî avêtina kevir û şûşeyên camê yên şewatê ji hêla koma şêniyan a bihêrs ve hat.”

Her wiha jî diyar kir ku derbasbûna dewriyeya Rûsyayê di vê bûyerê re cihê mixabiniyê ye û dê bergiriyên guncaw bigirin ku careke din pêk neyê. Hêzên Ewlekariya Hundirîn wiha li daxuyaniya xwe zêde kir: "Ew bawer in ku hêzên Rûsyayê yên ku li bajarê Kobanê û li sînor, li gorî peymana Soçiyê belav bûne, pêkanîna garantiya aramî û ewlehiya li herêmê ye."

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bal kişand ser ku hêzên wan li bajarê Kobanê û herêmên dîtir dê qanûna ferzkirin, parastina aştî û ewlehiya sivîlan der barê her tevliheviyekê de pêk bînin.

(fr)

ANHA