Li dijî êrişên artêşa Tirk şêniyên Tebqayê daketin qadan

Îro li dijî êrişên artêşa Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şêniyên herêma Tebqayê daketin qadan û hevpeymanên ku hebûn û nasnameyan wan înkar dikin, red kirin.

Li dijî êrişên artêşa Tirk şêniyên Tebqayê daketin qadan
Li dijî êrişên artêşa Tirk şêniyên Tebqayê daketin qadan
Li dijî êrişên artêşa Tirk şêniyên Tebqayê daketin qadan
Li dijî êrişên artêşa Tirk şêniyên Tebqayê daketin qadan
Li dijî êrişên artêşa Tirk şêniyên Tebqayê daketin qadan
Li dijî êrişên artêşa Tirk şêniyên Tebqayê daketin qadan
Li dijî êrişên artêşa Tirk şêniyên Tebqayê daketin qadan
Li dijî êrişên artêşa Tirk şêniyên Tebqayê daketin qadan
19 mijdar, 2019   13:40
TEBQA

Li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro Meclisa Malbatên Şehîdan meşeke girseyî li Tebqayê organîze kir.

Meşê ji ber Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir û ber Goristana Şehîdan ve çû. Bi sedan şêniyên herêma Tebqayê, endamên saziyan û komîteyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê wêneyên şehîdan û alên Meclisa Malbatên Şehîdan rakirin.

Meş li Goristana Şehîdan rawestiya û li wir li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Abdulkerîm Îbrahîm daxuyaniyek da û diyar kir ku canfedatiya şehîdan dê vala neçe û dê heta rizgarkirina xaka Sûriyê ji terorîstan têkoşînê berdewam bikin.

Daxuyaniyê êrişên artêşa Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku der heqê sivîlan de qetilkirin û koçberkirin pêk anîn, şermezar kirin. Di heman demê de diyar kirin ku tevî lihevkirina di navbera Amerîka û Rûsya û pabendiya QSD`ê bi hevpeymanê, lê belê artêşa Tirk hêj binpêkirinan pêk tîne.

Daxuyaniyê îşaret bi berdêlên ku QSD`ê di oxira parastin û azadiya gelan de dane, kir û piştrast kir ku li dijî êrişan QSD mafdar e ku parastina xwe bike.

(eh)

ANHA