QSD`ê encamên şer û berxwedana 24 saetên dawîn eşkere kirin

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê bi daxuyaniyeke nivîskî encamên şer û berxwedana 24 saetên dawîn eşkere kirin.

QSD`ê encamên şer û berxwedana 24 saetên dawîn eşkere kirin
19 mijdar, 2019   13:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya nivîskî ya Navenda Ragihandinê ya QSD`ê wiha ye:

“Artêşa Tirk a dagirker û komên çeteyên bi ser wê ve li seranserê herêmê tevgera xwe ya dagirkeriyê domand. Komên çete bi armanca dagirkirina qadên nû li gelek herêman êriş pêk anîn.

Ebû Rasên

Artêşa dagirker û komên çete li gundên Ing El-Hewa û Ebdilhey bi çekên giran êriş birin ser qadên sîvîlan û hewl dan herêmên nû dagir bikin. Her wiha tevgera balafirên bêmirov ên artêşa dagirker jî bê navber berdewam kir.

Til Temir

Artêşa dagirker bi çekên giran, obus û hewanan gundên Til Menax, Ûm El-Kêf û Til Tewil bi awayekî dijwar bombebaran kirin. Her wiha tevgera balafirên bêmirov ên artêşa dagirker jî li herêmê berdewam bû.

Eyn Îsa

Artêşa dagirker û hêzên Rûsyayê, piştî ku li depoyên genim ên Şêrgirakê dewriyeyeke hevpar avêt, artêşa dagirker bi hejmareke zêde çeteyên xwe, tank, top û çekên giran depoyên genim dagir kirin.

Di encama êrişên artêşa dagirker û komên çete yên bi obus, tank, çekên giran û balafirên bêmirov de bi giştî 2 hevalên me brîndar bûn.”