Balafira bêmirov a dewleta Tirk Xanesorê bombebaran kir

Balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker navenda bajarokê Xanesor a ser bi Şengalê bombebaran kir.

Balafira bêmirov a dewleta Tirk Xanesorê bombebaran kir
19 mijdar, 2019   08:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafira sîxûrî û bêmirov a dewleta Tirk a dagirker berê niha bi demeke kurt navenda bajarokê Xanesor ya ser bi Şengalê bombebaran kir.

Li gorî nûçeya  Rojnewsê, balafira ku êriş pêkaniye balafira bêmirov bûye û raste rast navenda bajêr hedef girtiye.

Têkildarî encamên bombebaranê hîn tu zanyariyek zelal bidest neketiye.