Girê Spî di tariyê de ye

Li bajarê Girê Spî ya ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, torên kehrebeyê û alavên wê ji aliyê çeteyan ve hatin dizin û bajar di tariyê de maye.

Girê Spî di tariyê de ye
16 mijdar, 2019   18:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên ji bajarê Girê Spî ya ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, diyar kirin ku çeteyên bi navê El-Cebhe El-Şamiye ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker tevahiya teransên (muhewil) kahrebayê dizîne û kabloyên wê jî firotine û hin jî rûxandine, di encamê de kahrebe bi awayekî giştî li ser bajêr qut bûye.

Çalakvanan hin dîmenên wêrana bi destê çeteyên Tirkiyê hatine pêkanîn belav kirin.

(rr)

ANHA