‘Em axa xwe ji dijminên mirovahiyê re nahêlin‘

Pêkhateyên bajarê Qamişlo gotin ku ew li ser xaka bimirin jî ji dijminên mirovahiyê re nahêlin û banga yekitiyê li hêzên kurdî kirin.

‘Em axa xwe ji dijminên mirovahiyê re nahêlin‘
15 mijdar, 2019   07:24
QAMIŞLO – SILAVA EBDULREHMAN

Artêşa Tirk a dagirker  çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusra ji 9‘ê Cotmehê ve êrişên xwe yên bi çekên giran li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin û komkujiyan li ser sivîlan pêk anîn, dîsa jî zêdeyî 300 hezar niştecihên resen koçber kirin.

Dayîka şervanekî QSD‘ê, Turkiya Derwîş diyar kir ku kurê wê li Hesekê, Şedadê û Holê û li Serêkaniyê li dijî DAIŞ û artêşa Tirk a dagirker şer kir û got: " Erdogan çi ji me dixwaze? Çima dixwaze axa me ya ku bi xwîna şehîdan hatiye avadan dagir bike?"

Dayika Turkiya diyar kir ku armanca dagirkeriya Tirk û çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusra têkbirina ewlehiya herêmê û koçberkirina şêniyên wê yên resen e û wiha dom da axaftina xwe: "Ew nagihêjin armancên xwe. Em ji axa xwe ya me temenek li ser derbas kiriye dernakevin. Me zarokatî, ciwantî û mezinbûna xwe li ser vê axê axa pêşiyên me derbas kiriye."

Bangewaziyên yekrêziya refan

Turkiya diyar kir ku gelê herêmê heta niha bi hezaran şehîd di oxira azadî û ewlehiya herêmê de dane. Her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hebûna gelê Kurd û tunekirina doza wî armanc dikin û wiha pê de çû: "Divê gelê Kurd yekitî û hevgirtin a xwe ava bikin, ji ber ku ciwan û zarokên me bi çekên kîmyawî têne qetilikirin."

Erdogan dagirkirina tevahiya Sûriyê armanc dike

Ji aliyê xwe ve Hacer El-Hesen a  ji êla Tey got: "Armanca Erdogan ji êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ew e ku careke din tevahiya Sûriyê dagir bike, piştî ku bavûkalên me ji pêşiyên wan ên osmanî rizgar kirine. Ew tişt di dagirkirina Efrîn, Ezaz, Cerablus û Idlibê de diyar dibe."

Hacer destnîşan kir ku Erdogan hewl dide ewlehiya herêmê têk bibe, tirsê di nav şêniyan de belav bike ji bo ku ji axa wan bide koçberkirin û xerîban li şûna wan bi cih bike û demgorafiya herêmê biguhere û got: "Lew ra divê gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember êrişker û dagirkerî bibin yek."

Şêniyê bi navê Mahir Yûsif ê ji taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo got: "Çendîn êrişên Erdogan û çeteyên wê zêde bibin û çeteyên xwe bişîne herêmê ji bo ku li jîngehan teqînan pêk bînin, lê vîn û israra me naşkîne û em dev ji axa xwe bernadin. Em li ser vê axê bimrin jî lê em wê ji dijminê mirovahiyê re nahêlin."

(şx)

ANHA