Bi çalakiyeke hunerî piştgiriya xwe ya bi QSD‘ê re nîşan dan

Bi armacna piştgiriya Hêzên Sûriye Demokratîk, Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê şevbuhêrkek çandî hunerî li dar xist.

Bi çalakiyeke hunerî piştgiriya xwe ya bi QSD‘ê re nîşan dan
Bi çalakiyeke hunerî piştgiriya xwe ya bi QSD‘ê re nîşan dan
Bi çalakiyeke hunerî piştgiriya xwe ya bi QSD‘ê re nîşan dan
14 mijdar, 2019   17:02
TEBQA

Şevbuhêrk li Navenda Çandê ya Tebqayî bi amadebûna hevserokatiya Meclisa Rêveber a Tebqayê Şiyar Mihemed û Hind El-Elî û dehan endamên komîte û saziyên sivîl li dar ket.

Endama rêveber a Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê Bitûl El-Xelîf diyar kir ku ev çalakî bi armanca piştgiriya manewî ya ji QSD`ê re di Berxwedana Rûmetê de ya li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê hatiye lidarxistin û got: "Bi rêya vê çalakiyê em bang li cîhanê hemû bikin ku sînorekî ji binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re deynin."

Di şevbuhêrkê de Koma Durit Firat a Tebqayê gelek berhemên xwe yên hunerî pêşendan. Hevserokê Komîteya Têkiliyên Giştî ya Rêveberiya Sivîl a Tebqayê helbestvan û Teysîr El-Efat helbest girêdayî lehengiya şervanên QSD û destanên wan di Berxwedana Rûmetê de û şermezarkirina binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker ên domdar li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwend.

(şx)

ANHA