Hesekê şehîdên Berxwedana Rûmetê spartin axê

Cenazeyên 6 şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîmeke girseyê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê yê bajarê Hesekê hatin veşartin.

14 mijdar, 2019   16:52
HESEKÊ

Girseya gel cenazeyê şervanên QSD`ê `` Husên El-Husên (Lewend Hesekê), Lûey Mihemed (Gîvara Hesekê), Îyad Eyo (Birûsk Hesekê), Elî El-Seray (Mulazim Hesekê), Xidir Mihemed (Qeyser Hesekê) û Ebdulrezaq Salih (Birûsk Hesekê) ên di çarçoveya Berxwedana Rûmetê de şehîd bûne ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi karwanekî ber bi goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê ketin rê.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê û turoneke leşkerî ji aliyê YPG`ê YPJ`ê ve destpê kir. Li ser navê Hevserokatiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Bengîn Badînî û li ser navê hêzên leşkerî yên bajarê Hesekê Tolhildan Rojava û endama PYD`ê Ahîn Elî axivîn..

Kesên axivîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û gotin ‘‘Ev şervanên qehreman di oxira azadî û rûmeta welat de şehîd bûne, em ê li ser rêya wan bimeşin û parastina xaka xwe û nirxên şehîdan bikin. Em ê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê rawestin û wan ji welatê xwe derxînin.‘‘

Piştî axaftinana nasnameyên şehîdan ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed ve hate xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya şehîdên QSD‘ê Omer Ubêd (Xetab Hesekê) û Muhened Husên (Dilbirîn Dêrsim) û şervanê Hêzên Xweparastinê Mihemed Zihdî El-Umer ragihandin. Her sê şehîd di çarçoveya Berxwedana Rûmetê ya li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûne.

Di dawiya merasîmê de, cenazeyên şehîdan di nava tilîliyên dayikan û siloganên dilsoziya bi şehîdan re li goristanê hatin veşartin.

(rr)

ANHA