Sûcên dewleta Tirk bi civînekê li Reqayê hatin şermezarkirin

Ciwanên Reqayê ragihandin ew ê li ser rêya şehîdan bimeşin û li hemberî dagirkeriyê, guhertina demografîk û jenosîdkirinê rawestin.

Sûcên dewleta Tirk bi civînekê li Reqayê hatin şermezarkirin
Sûcên dewleta Tirk bi civînekê li Reqayê hatin şermezarkirin
Sûcên dewleta Tirk bi civînekê li Reqayê hatin şermezarkirin
Sûcên dewleta Tirk bi civînekê li Reqayê hatin şermezarkirin
Sûcên dewleta Tirk bi civînekê li Reqayê hatin şermezarkirin
14 mijdar, 2019   16:19
REQA

Li dijî êrişên dagirkeriya dewleta Tirk nerazîbûna gel berdewam e. Di vê çarçovê de, Ciwanên Partiya Pêşeroja Sûriyê civînek girseyî lidar xistin, di civîna li Mezraeya El-Reşîd a bakurê rojavayê bajêrê hatiye li darxistin de, bi sedan şêniyên bajarê Reqayê amad bûn. Pêşkeftin û guhertinên siyasî û leşkerî yên li herêmê rûdin hatin gengeşe kirin.

Civîn bi qedeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Endamên Partiya Pêşeroja Sûriyê Ayid El-Deyf û Mîdya Mihemed axivîn. Di axaftinan de hat ku gotin ku`` di dîroka 9`ê Cotmehê borî de li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên hovane yên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê destpê kirin. Li hemberê van êrişan jî bêdengiyeke navdewletî wek şerim hatiye nîşandan.``

Axaftinvanan destnîşan kirin ku di encama êrîşan de bi sedan sivîl şehîd bûn, praniya wan zarok û jin bûn. Di van êrişan de çekên herî giran û qedexekirî jî hatin bikaranîn.

Her wiha hate gotin ‘‘Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di bin nav û îdiayên cûda de dixwaze herêmên dîtir ên Bakur û Rojhilatê welêt dagir bike, em bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dikin demildest destwerdanê bike û van êrişan rawestîne.``

Di dawiya civînê de beşdaran ragihandin ku ew ê têkoşînê bidomînin û dagirkeran ji tevahiya xaka Sûriyê derxînin.``

(rr)

ANHA