Hevdîtina Trump û Erdogan li ber avahiya Koşka Spî tê protestokirin

Li Washingtonê ku paytexa Amerîkayê ye bi sedan Kurd, Ermen û dostên wan li dijî hevdîtina serokê DYA‘yê Donald Trump bi hempêşiyê xwe yê Tirk  Receb Tayyîp Erodan re çalakiyek protestoyî kirin.

Hevdîtina Trump û Erdogan li ber avahiya Koşka Spî tê protestokirin
Hevdîtina Trump û Erdogan li ber avahiya Koşka Spî tê protestokirin
Hevdîtina Trump û Erdogan li ber avahiya Koşka Spî tê protestokirin
Hevdîtina Trump û Erdogan li ber avahiya Koşka Spî tê protestokirin
Hevdîtina Trump û Erdogan li ber avahiya Koşka Spî tê protestokirin
Hevdîtina Trump û Erdogan li ber avahiya Koşka Spî tê protestokirin
13 mijdar, 2019   18:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi sedan amerîkî, Kurd, Ermen li ber Koşka Spî ya li paytexta Amerîkayê Washingtonê li dijî hevdîtina Trump û Erdogan çalakiyek protesto kirin.

Ev hevdîtin di demekê de ku Tirkiyê êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne tê.

Beriya êrişên Tirkiyê li ser herêmê di 9`ê Cotmehê de Koalîsyona Navneteweyî ya şerê li dijî DAIŞ`ê ya bi serkêşiya DYA`yê hêzên xwe ji gelek bargehên leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekişandin.  Ev yek mîna erêkirina Amerîkayê ji êrişên Tirkiyê re hate hesibandin.

Çalakvanan wêneyên şehîdên entersyonalîst ên ku di şerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şehîd bûne, alên Hêzên Sûriye Demorkatîk, YPJ û YPG û pankartên bi nivîsên  `Amerîka bi hevalbendên xwe Kurdan re bimîne` hildan û sloganên `Erdoganê faşîst`, `Hilweşe Erdogan` û `Bijî QSD`ê` berz kirin.

Nûnerê Meclisa Sûriye Demokratîk a li Amerîkayê Sînem Mihemed a ku tev li çalakiyê bûne destnîşan kir ku ew ji bo ku civîna di navbera Trump û Erdogan red bikin li ber Koşka Spî çalakî li dar dixin. Her wiha teqez kir ku Amerîka helwestek hişk li hember sûcên Erdogan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan dide.

Beriya saetekê hevdîtin di navber her du serokan de li Koşka Spî destpê kir.

(şx)

ANHA