Komîteyeke Ermenî  ji Trump re: Bila Erdogan mijara qetilkirina keşe Hosip zelal bike

Komîteya Niştimanî ya Ermenan  a li DYA`yê ji serokê Amerîkayê Donald Trump xwest ku derbarê qetilkirina keşeyê Ermenî yê Katolîkî de, fişar li serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan bike.

Komîteyeke Ermenî  ji Trump re: Bila Erdogan mijara qetilkirina keşe Hosip zelal bike
12 mijdar, 2019   21:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya Komîteya Niştimanî ya Ermenî ya li Amerîka de hate gotin: "Em hêvî dikin ku serok Trump bi awayekî eşkere vê Çarşemê fişar li serokê Tikriyê Erdogan bike, da ku derbarê qetilkirina keşeyê Ermenî yê Katolîkî û bavê wî de ku ji aliyê milîsên DAIŞ`ê ve li herêmeke di bin serweriya hevalbendên Enqerayê pêk hatî bersivê bide."

Keşeyê dêra Ermenan a Katolîk a Qamişlo Hosib Bidoyan û bavê wî Hena Bidoyan duh dema ji Hesekê ber bi Dêrazorê ve diçûn da ku çavdêriya tamîkirina dêrê bikin, ji aliyê komên çete ve hatin qetilkirin.

ANHA