Gundewarên Til Temirê û cihên şûnwarî têne topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de gund, deverên şûnwarî û mezreyên asûriyan li gundewarên Til Temirê, topbaran dike.

Gundewarên Til Temirê û cihên şûnwarî têne topbarankirin
12 mijdar, 2019   08:33
HESEKÊ

Nûçegihanê me ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê di van kêliyan de gundê El-Qasimiyê, Reşîdiyê, Rîhaniyê û Ezîziyê yên Til Temirê, topbaran dike.
Nûçegihanê me destnîşan kir ku her wiha deverên şûnwarî yên li herêmê û mezreyên asûriyan, têne topbarankirin.
(bx)
ANHA