Berdevkê Koalîsyonê: Em agahiyên têkildarî kesên bi Tirkiyê re êrişî Bakurê Sûriyê dikin kom dikin

Berdevkê Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ‘ê Malays Cagens diyar kir ku xebatên wan ên bi QSD‘ê li dijî DAIŞ‘ê berdewam e û destnîşan kirin ku ew agahiyên têkildarî kesên bi Tirkiyê re êrişî Bakurê Sûriyê dikin kom dikin.

Berdevkê Koalîsyonê: Em agahiyên têkildarî kesên bi Tirkiyê re êrişî Bakurê Sûriyê dikin kom dikin
Berdevkê Koalîsyonê: Em agahiyên têkildarî kesên bi Tirkiyê re êrişî Bakurê Sûriyê dikin kom dikin
Berdevkê Koalîsyonê: Em agahiyên têkildarî kesên bi Tirkiyê re êrişî Bakurê Sûriyê dikin kom dikin
Berdevkê Koalîsyonê: Em agahiyên têkildarî kesên bi Tirkiyê re êrişî Bakurê Sûriyê dikin kom dikin
Berdevkê Koalîsyonê: Em agahiyên têkildarî kesên bi Tirkiyê re êrişî Bakurê Sûriyê dikin kom dikin
11 mijdar, 2019   16:05
HESEKÊ

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ‘ê têkildarî geşedanên dawî, civiyan. Civîneke çapemeniyê li navenda koaslîyonê ya di navbera Hesekê û Til Temirê de li dar xistin.

Berdekê Koalîsyona Navdewletî yê li herêmê Malays Cagens, Berdevkê QSD‘ê Kîno Gabriyêl û Berpirsê Buroyê Ragihandina QSD‘ê Mustefa Balî amade bûn.

Malays Cagens axivî, 11 şehîdên QSD‘ê bi bîr anî û got, "Em keda QSD‘ê ya ji bo aştiyê li şûna cîhanê ji bîr nakin."

Cagens ragihand ku ew bi QSD‘ê re têkildarî koordîneya kar û çalakiyên li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê gotûbêj dikin û wiha domand: "Em bi têkçûna DAIŞ‘ê re di aliyê madî û edeolojî de pabend in, ji ber ku bidawîbûna DAIŞ di aliyê madî de nayê wateya tinebûna edeolojiya wê. Ev yek dê di çarçoveya xurtkirina têkiliyên domdar ên di navbera hêzên me û QSD‘ê de ji Dêrikê heta Dêrazorê bidome."

Têkildarî çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra ku hejmara wan 400 in û li rex Tirkiyê êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, Malays Cagens got erka wan a sereeke tinekirina DAIŞ‘ê ye û got: "Di heman demê de em agahiyên li ser kesên ku li rex Tirkiyê di şerê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de beşdar bûne, kom dikin."

Girêdayî bi cihbûna wan û parastina herêmên sînor, Cagens destnîşan kir ku erka wan a sereke tunekirina DAIŞ ne parastina sînoran e û wiha domand: "Me hêzên xwe ji sînor vekişand û em li Hesekê û Dêrazorê bi cih bûn. Ji ber ku em hewl didin edeolojiya DAIŞ`ê bi dawî bikin."

Di bersivandina pirsekê girêdayî rêya navdewletî ya M4, Cagens diyar kirk u ev rê dê bibe beşek ji herêma bêçek li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dê bi desteka Hêzên Sûriye Demokratîk wê rêyê derbas bikin. Lê eger QSD`ê nikarî wan biparêze wê demê dê bi aliyên din re koordîne bikin ji ber ku ew, ev rêyê pir bi kar naynin.

Ji aliyê xwe ve û girêdayî girtîgehên ku DAIŞ`ê tê de girtina, çawaniya parastina wan girtîgehan, berpirsê Buroya Ragihandinê ya QSD`ê Mistefa Balî got, ew girtîgehên destpêkî ne ji ber ku mal in û ji girtîgehan re hatine veguhestin. Tê de parastina pêwîst mîna ku di girtîgehên ji bo girtiyan têne avakirin de, peyda nabe.

Balî teqez kir ku parastina girtîgehan û peydakirina daxwazên wan ne tenê ji hêzên amerîkî tê xwestin, ji ber ku nasnameyên çeteyên girtî  vedigerin 60 dewletên cîhanê.

Balî bang avakirina girtîgehan li gorî pîvanên cîhanî kir û got: "ji ber ku em texmîn dikin, ku gelek çete hewl didin li xwe mikur werin û agahiyan bidin, lê ji ber ku zêdetirî 100 çete di odayekê de dimîne, ji bûyerên kuştinê ditirsin."

ANHA