Li navçeya Dirbêsiyê dewriyeya Rûsî-Tirkî bi dawî bû

Dewriyeya artêşa Tirk piştî ku bi polîsên Rûsyayê re Ii gundên rojava û bakurê navçeya Dirbêsiyê geriya, ji xaka Sûriyê derket.

Li navçeya Dirbêsiyê dewriyeya Rûsî-Tirkî bi dawî bû
Li navçeya Dirbêsiyê dewriyeya Rûsî-Tirkî bi dawî bû
Li navçeya Dirbêsiyê dewriyeya Rûsî-Tirkî bi dawî bû
Li navçeya Dirbêsiyê dewriyeya Rûsî-Tirkî bi dawî bû
11 mijdar, 2019   13:27
HESEKÊ

Vê sibê dewriyeya artêşa Tirk a dagirker û polîsên Rûsyayê ji gundê Şêrikê yê ku 15 km dikeve rojavayê navçeya Dirbêsiyê dest bi duyemîn gera xwe kir.

Dewriye li gundên rojava û bakurê navçeya Dirbêsiyê anku li gundên Bîr Kinîse, Tewratê, Şefqet, Tirbe, Til Kermê, Xenamiyê, Til Kidîş û Selam Alîk geriya.

Şêniyan panzêrên artêşa Tirk bi kevir, solên kevn û sebzeyên xerabe pêşwazî kirin.

Piştî dewriyeya Rûsya û Tirkiyê bi dawî bû, careke din vegeriya gundê Şêrikê yê navçeya Dirbêsiyê.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev çaremîn dewriyeya hevbeş e ku Rûsya û Tirkiye bi rê ve dibin.

(eh)

ANHA