Tevî israra Rêveberiya Xweser ji diyalogan re, Esed careke din êrişî Kurdan kir

Serokê rejîma Sûriyê dubare êrişî gelê Kurd ê li Sûriyê kir, tevî ku Rêveberiya Xweser bi domdarî teqezî li  ser pêşxistina diyalogan dike.

Tevî israra Rêveberiya Xweser ji diyalogan re, Esed careke din êrişî Kurdan kir
11 mijdar, 2019   11:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Kanala RT International World a Rûsyayê hevpeyvînek bi serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed re çêkir. Esed bikaranîna çekên kîmyewî li Sûriyê red kir û wiha anî ziman: "Rûsya bi rêbazên cuda parastina berjewendiyên xwe dike."

Esed têkildarî koma Xoz a Beyda ya beşeke ji Cebhet El-Nusra nîşan da, di gel ku ku îşaret bi hevdîtina bi Tirkiyê re ku dê bi beşdariya Rûsyayê be û li ser asta ewlekariyê be. Serokê rejîmê got tekana rêbaza bidestxistina rojhilatê Helebê bombebaran bû û planên têkildarî Idlibê, derxistina sivîlan ji parêzgehê ye.

‘Têkiliya di navbera Erdogan û YE’yê de siyasî ye’

Têkildarî têkiliya Erdogan a bi Yekitiya Ewropayê (YE) re Esed got têkiliyeke berjewendiyane ye, nefretê jê dikin, lê belê berjewendiyên wan bi hev re hene, li milekî nefretê ji Erdogan dikin, ji ber dizanin ku îslamperest e, her wiha dizanin ku ew ê kesên tundraw an jî terorîstan bişîne. Serokê rejîmê got, xetereya herî berbiçav ku Tirkiye penaberan bişîne Ewropayê, ji ber ev bi serê xwe piştgiriya terorîstên li Sûriyê dike.

Tevî banga diyalogan, Esed dixwaze herêm wekî 2011`an be 

Têkildarî lihevkirina di navbera QSD û hêzên rejîmê de ya belavbûna hêzên rejîmê li seranserî sînor Beşar Esed wiha anî ziman: "Ev lihevkirin têkildarî vekişandina QSD`ê ji 30 km ber bi başûr ve biçin da ku dewleta Tirk êrişî Sûriyê neke."

Esed wiha pê de çû: “Em dixwazin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vegerin wekî berî 2011`an. Em di qonaxeke demkî de ne, ji ber ew ê parastina çekên xwe bikin, lê belê me ji wan re got beşdarî artêşa Sûriyê bibin. Hin aliyan red kirin, lê di çend rojên derbasbûyî de hinekan ji wan got em amade ne beşdarî nava artêşa Sûriyê bibin û di encamê de heta niha em nizanin çi bibe. Lê me ew vexwedin nava artêşê da ku rewş yasayî bibe anku wekî berî şer.”

Serokê rejîma Sûriyê diyar kir ku QSD ne tenê ji Kurdan pêk tê, lê belê ji Kurd, Ereb û pêkhateyên din pêk tê, di gel ku Esed dubare êrişî Kurdan kir û got ew “ajanên Amerîkayê” ne û wan hişt ku Amerîka li herêmê bimîne.

Di nava hevpeyvînê de rojnemevan ji serokê rejîmê pirs ku nirxandinên ku ew dike gelo ne wekî nirxandinên Erdogan ên li hemberî QSD`ê ne û Esed wiha bersiv da: “Kurdan rê da êrişên Erdogan ji Sûriyê re, lê belê ev nayê wê wateyê ku êriş rewa ne.”

Berî niha Beşar Esed Kurd tawanbar kirin û got ew “hevkar û ajanên Amerîkayê” ne, Koalîsyon li ser esasê li dijî DAIŞ`ê şer bike derbasî herêmê bû. Di wê demê de rejîma Sûriyê destek nedida YPG`ê ku wê demê YPG`ê ji Dêrikê ya ku dikeve rojhilatê Sûriyê heta bajarê Kobanê ya li ser ava Firatê li dijî DAIŞ`ê şer dikir.

QSD`ê ku ji pêkhateyên herêmê pêk tê, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî 11 hezar şehîd û 21 hezar birîndarên dan ku erdnîgariya Sûriyê rizgar bike.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bersiva daxuyayniyên serokê rejîma Sûriyê yên di meha Cotmehê de ku li ser kanalên Sûriyê û Ixbariyê El-Sûriyê dan û diyar kir ku di gel mijarên têkildarî rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ew pêşniyarên Esed erê nakin ku Kurdan wek ajan dibîne û dixwaze herêm vegere wekî berî 2011`an, lê belê  xîtaba serokê rejîmê nîşana amadebûna ji diyalogên xizmeta çareseriya aloziya Sûriyê dikin, dike.

Meclisê tekez kir ku helwesta wan ji doza lihevkirina bi rejîma Sûriyê re ji destpêka kêliyên aloziya Sûriyê de nehatiye guhertin û got heger Şam helwesta wan erê bike dê rêzdariyê bibin vê yekê û weke gaveke pêwîst ji bo berxwedana gel û amadekriyên rizgarkirina her bihostek ji xaka xwe, bibînin.

Meclisê got lihevkirina leşkerî ya di navbera QSD û artêşa Sûriyê de bi navbeynkariya Moskovê wekî destpêka avakirina tedbîrên baweriyê ku pêwîstî ji bo rizgarkirian xakê ji dagirkeriya Tiriyê heta rizgarkirina Efrîna berxwedêr heye, dibînin.

Her wiha Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got: "Lihevkirina ku di navbera Fermandariya  QSD`ê û artêşa Sûriyê de bi garantoriya Rûsyayê ji bo parastina sînor û serweriya Sûriyê ji dagirkeriya Tirkiyê ye."

Her wiha Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Fermandariya Giştî ya QSD`ê diyar kir ku ev lihevkirin tenê ji bo parastina sînor û serweriya Sûriyê ye. Lihevkirinê behsa saziyên Rêveberiya Xweser û xebatên wan nekir û rêveberî dê mîna berê xebatên xwe dewam bike û xebatkarên wê di hemû saziyan de dê erkên xwe pêk bînin.

Sîstemên Sûriyê ji bo Kurdan ji mafên wan ên sereke bêpar bike, xebitî. Heta ku Kurd ji mafê welatîbûnê jî bê par man û mîna biyaniyan di welatê xwe de man. Bi navê qanûna sererastkirina çandiniyê erdên wan jê standin. Her wiha Kembera Erebî jî li herênên Kurdan pêk anî û hişt ku Kurd li ser axa xwe bibin kêmnetewe.

(eh-bx) 

ANHA