Li Şehbayê merasîma xiyabî ya şehîdên Berxwedana Rûmetê

Meclisa Malbatên Şehîdan li herêma Efrînê ji bo 5 şehîdên QSD’ê yên di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûne, merasîmek li dar xist.

Li Şehbayê merasîma xiyabî ya şehîdên Berxwedana Rûmetê
Li Şehbayê merasîma xiyabî ya şehîdên Berxwedana Rûmetê
Li Şehbayê merasîma xiyabî ya şehîdên Berxwedana Rûmetê
Li Şehbayê merasîma xiyabî ya şehîdên Berxwedana Rûmetê
Li Şehbayê merasîma xiyabî ya şehîdên Berxwedana Rûmetê
11 mijdar, 2019   12:01
ŞEHBA

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê îro tev li merasîma şehîdên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Hindî Hindî (Birûsk Şêrawa), Zîlan Hisên (Gêrîla Çiya), Mihemed Elo (Kendal Tîrêj), Şefîq Bîlel (Mazlûm Dogan) û Şiyar Cemo (Welat Efrîn) bûn ku di şerên bi artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de, di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûne.

Merasîm li Kampa Berxwedan hat lidarxistin û bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan ji rêveberiya meclisê Şadiye Ibrahîm û bi navê Kongreya Star jî Hediye Yusif axivîn.

Hediye Yusif di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got: "Berxwedana gelan li Sûriyê di Berxwedana Serdemê û Berxwedana Rûmetê de, li raya giştî bandor kir û hişt ku bi mafên gelan biaxivin. Ji ber vê yekê berxwedana wan rewa ye."

Hediye Yusif tekez kir ku wê berxwedana xwe heta pêkanîna serkeftinê û têkbirina dagirkeriyê berdewam bikin.

Piştre wesîqetên şehadetê ji aliyê endamên Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Ebdo û Newroz Ebdo ve hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Merasîm bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedanê bi dawî bû.

ANHA