Şêwirmendê ewlehiya neteweyî yê DYA’yê ji ber sûcên çeteyên dewleta Tirk bi fikar e

Di dema ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan amadekariyan dike da ku serdana Washingtonê bike, şêwirmendê ewlehiya neteweyî yê serokê DYA’yê Trump der barê raporên ku dibêje ku piştî êrîşa dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên şer pêk hatine got "Ew gelekî bi fikar e."

Şêwirmendê ewlehiya neteweyî yê DYA’yê ji ber sûcên çeteyên dewleta Tirk bi fikar e
11 mijdar, 2019   09:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêwirmendê ewlehiya neteweyî yê DYA’yê Robert O'Brien ji BBC’yê re axivî û got: "Em ji ber van dozan gelekî bi fikar in; dozên sûcên şer. Em wan dişopînin. Em ji nêz ve her tiştî dişopînin. Cihê qirkirina komî, qirkirina etnîk û sûcên şer di sedsala 21`an de tune ye. DYA dê di vî alî de bê deng nemîne. Me ev yek ji Tirkan re diyar kir."

BBC’yê ragihand ku di zûtirîn demê de raporên der barê pêkanîna çeteyên dewleta Tirk ji sûcên herî qirêjî re, derketin.

Robert O'Brien got ji destpêka êrîşên dewleta Tirk ve wî raporên gelekî bifikar dîtin.

Her wiha Robert O'Brien di hevdîtineke xwe de got: "Cihê sîstema S-400 di NATO`yê de tune ye. Cih ji bo kirîna alavên leşkerî yên Rûsî girîng tune ye. Vê peyamê dê serok bi awayekî zelal bigihîne Erdogan dema ku li vir be."

Robert O'Brien got "Dewleta Tirk dê bi bandora van cezayan hîs bike." û destnîşan kir ku dê Kongre bi praniya endamên her du partiyan cezayên li dijî dewleta Tirk erê bike.

(bx)

ANHA