Şervanên Reqayê: Em rê nadin ku DAIŞ vegere

Şervanên Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) ên ji bajarê Reqayê piştrast kir ku ew ê ji bo nehiştina bajarê wan ku bikeve bin destê tarîtiya reş a ku dewleta dewleta Tirk hewla wê yekê dike, bi canê xwe fedakar bin. Bajarê Reqayê di sala 2017`an de li ser destên QSD`ê ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin.

Şervanên Reqayê: Em rê nadin ku DAIŞ vegere
7 mijdar, 2019   06:56
GIRÊ SPÎ- ŞERVÎN MISTEFA – ÎBRAHÎM EHMED

kesên zilm û zordestî jiyan kiriye, zêdetir dikarin wateya azadiyê şîrove bikin. Tevlêbûna ciwanên bajarê Reqayê jî ya nava hêzên QSD`ê, da ku parastina bajêr û berevaniya wê bikin ku careke din tarîtiya reş venegere, vê yekê nîşan dide.

Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya bi hezaran çete, êrişên xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, didomîne. Ciwanên herêmê dibînin ku Tirkiyê bi vê yekê hewil dide bi nav û şêwazên nû DAIŞ`ê vegerîne herêmê. Ew yek jî bi komên girêdayî dewleta Tirk re, xuya dibe.  

Şervan Mehmûd El-Xidir ji Til Semin ê başurê gundewarên Reqayê, di sala 2015`an de tev li nava refên QSD`ê bûbû. Li Reqa û Tebqa û berî salekê jî li Baxozê beşdarî şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê bûbû. Niha jî, ji ber metirsiya berfirehbûna dewleta Tirk û vegera DAIŞ`ê , parastina bajarê xwe dike.

El-Xidir wiha got:“Em li ser vegera DAIŞ`ê ya di bin siya Artêşa Azad de bi fikar in. Ji ber vê yekê şerê dewleta Tirk a dagirker li bajarê xwe dikin da ku ewlehiya heyî biparêzin. Artêşa Azad hewl dide malan bidize û wêran bike. Niha li hemû herêmên ku hatine dagirkirin rewşeke xirab û bitirs tê jiyankirin.”

El-Xidir wiha domand: “Me bajarê xwe careke din ava kir. Lê ew dixwazin ji nû ve birûxînin. Armanca dewleta Tirk ew e ku xakê dagir bike û xwe bigihîne petrolê.”

Mehmûd El-Xidir di dawiya axaftina xwe de got: “Li ser canê me be, em nahêlin dewleta Tirk a dagirker derbas bibe."

Şervan Dijwar Enteriye jî ev tişt anî ziman: “Em piştevaniya birayên xwe yên Kurd, Ereb, Ermen û Suryan dikin, da ku em berevaniyê li xaka xwe bikin.”

Dijwar wiha  axaftina xwe dom kir: "Li herêmên  ku hatine dagirkirin, çeteyên dagirkriyê şêwazên herî qirêj der heqê sivîlan de, bi kar tînin."

Şervan Mihemed Nûr ev yek da zanîn ku  Tirkiyê destekdarê yekemîn ê DAIŞ`ê bû. Em ji DAIŞ`ê xilas bûn. Lê niha DAIŞ`eke nû derketiye. Ew bi navê îsalmê, xaka me dagir dike."

Mihemednûr piştrast kir: "Dijmin bi çekên herî giran û pêşketî şerê me dike. Em bi çekên sivik parastina xwe dikin. Lê em ê heta nefesa dawiyê şer bikin û nehêlin rojên Osmaniyan careke din vegerin."

Mihemednûr wiha dawî li axaftina xwe anî û got: "Şêniyên Reqayê dewleta Tirk a dagirker red dikin. Tirkiyê hêzeke dijber û dagirker e ku hatiye xaka me dagir bike, serwet û samanê wê talan bike.``

(rr)

ANHA