Dayîkên şehîdan nerazîbûn nîşanî dewriyeya Rûsya-Tirkiyê dan

Dayîkên şehîdan ên gundekî rojhilatê Kobanê dewriyeya Rûsya û Tirkiyê bi keviran pêşwazî kirin.

Dayîkên şehîdan nerazîbûn nîşanî dewriyeya Rûsya-Tirkiyê dan
5 mijdar, 2019   16:27
KOBANÊ

Şêniyên gundên rojhilatê Kobanê dewriyeya Rûsya û Tikriyê bi kevir û hêkan pêşwazî kirin.

Dayîkên şehîdan ên gundê Qeremoxê yê 16 km dikeve rojhilatê bajarê Kobanê dewriyên Rûsya û Tirkiyê yên ku bi navê ‘‘Dewriyên dijminê Tirk ‘‘bi nav kirine ku li ser axa bi xwîna şehîdan rizgar bûye red kirin.

Dayîka şehîdê Hêzên Sûriya Demokratîk Temra Nasan got, cîhanê çavê xwe ji dijminê Tirk ê ku cîhanê bi terorê tehdîd dike girtiye, "Dewriye derbasî gundên ku ji bo ewlehiya xwe bi hezaran şehîd dane dibe. Ruxmî ku hovîtiya dewleta Tirk li dijî kurdan û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dizanin."

Li gundê Qeremoxê mîna gundên din ên ku dewriyeya hevbeş tê re derbas bûye raperînek gel li dijî dewriyên Tirkiyê û Rûsiyê li kantonê çêbû. Bi sedan şênî kevir û hêk avêtin tankên leşkerî yên Tirkiyê.

Ji aliyê xwe ve jina bi navê Cemîle Xelîl got dewleta Tirk a dagirker hewl dide demografiya herêmên kurdî biguhere, terorîstên ku ji tevahiya cîhanê hatine li herêmên ku dagir dike bi cih dike. Cemîla banga serhildanê li hemberî dewriyeyên ku Tirkiyê tev li dibe û berxwedana li hember dagirkeriyê kir.

Bi dehan jin tev li çalakiya ku li ser rêya di navber gundên rojhilatê Kobanê de li dar ketiye bûn û dewriyên hevbeş ên Rûsya  û Tirkiyê red kirin.

(şx)

ANHA