Hêzên rejîmê li nuqteyên sînor li gundewarê Tirbespiyê û Girê Legê belav dibe

Hêzên rejîma Sûriyê ku ji Qamişlo derket, gihaşt herêma sînor a di navbera gundên Tirbespiyê û Girê Legê, da ku li gelek nuqteyên sînor belav bibin.

Hêzên rejîmê li nuqteyên sînor li gundewarê Tirbespiyê û Girê Legê belav dibe
5 mijdar, 2019   13:30
QAMIŞLO

Ji bo pêkanîna hevpeymana di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hêzên rejîma Sûriyê bi sponseriya Rûsya pêk hat, hêzên rejîma Sûriyê tevî gelek alavên leşkerî ji bajarê Qamişlo gihaştin herêma sînor a di navbera navçeya Tirbespiyê û Girê Legê de.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me bi dest xistin, ku dê ev hêz di 4 nuqteyên sînor a li gundên "Kerdîm, Dîrona Qilnka, Etbê û Dîrona Axî" belav bibe, ew gund hemû li ser sînorê Tirkiyê û Sûriyê ne.

(jo)

ANHA