hiqûqnasên sûrî bang li Guterres kir ku madeyên 5 û 6 ên hevpeymana NY`yê bixe meriyetê

Çalakvanên  mafnas û parêzerên sûrî yên Bakurê Sûriyê bang li NY`yê kir ku medyên 5 û 6 ên hervpeymana Netewên Yekbûyî(NY) ji ber dewleta Tirkiyê pîvanên hevpeymanê binpê dike, bixe meriyetê.

hiqûqnasên sûrî bang li Guterres kir ku madeyên 5 û 6 ên hevpeymana NY`yê bixe meriyetê
5 mijdar, 2019   13:29
QAMIŞLO

Çalakvanên mafnas û parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê serdana Sekretêrê Giştî yê NY’yê Antonio Guterres ji Erdogan re, daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê parêzerê ji Serêkaniyê Şahîn Lalê ve hate xwendin.

Di gel beşdarên navborî, koçberên ji bajarên Serêkaniyê û Girê Spî li pêşiya Navenda Komseriya NY`yê ya Karûbarên Koçberan a li taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo yê bakurê Sûriyê kom bûn. Beşdaran wêneyên qurbaniyên topbarana artêşa Tirk a li dijî bajarên wan, hilgirtin.

Xalên giring ên daxuyaniyê wiha ne:

Birêz Sekretêrê Giştî yê NY`yê Antonio Guterres

Em wek gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşek ji Sûriyê û ji cîhana azad in, di dirêjahiya salan de baweriyên me bi hevpeymana NY`yê ya têkildarî parastina azadî, demokratî û têkoşîna li dijî terorîstan nehatin guhartin. Ji ber vê yekê her hêviya me bi rêxistinên neteweyî heye û bi hêvî ne kesên xewn û berjewendiyên wan bi hevpeyman û rêgezên NY`yê re yên madeyên 1 û 2 re bi nakok bin, hişyar bin.

Cihê mixabiniyê ku we kêfxweşiya xwe bi "peroseya destûrî ya Sûriyê" bi beşdariya serok siltan anî ziman û got, ev mînaka ya herî zelal a serkeftina navbeynkarî û diyalogan e. Li vir û di kesayeta we ya birûmet de em mixabiniya xwe der barê hevpeymana NY`yê, armanc û rêgezên di beşa yekem a hevpeymanê de hatiye diyarkirin, tînin ziman. Di heman demê de ji ber hêviya me bi rêxistina navdewletî êdî nemaye. Ji ber artêşa Tirk û çeteyên wê li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişan pêk tînin û bi wê re qirkirina Yahudiyan a 23’yê Tebaxa 1939`an dema ku Bologna ji aliyê Hetiler ve hate dagirkirin, tîne bîra me. Her wiha qirkirina gelê Ermen a sala 1885-1896 û ji destpêka buhara 1915 û heta bi payîza 1916`an tîne bîra me. Li ser vî esasî daxwaza me ev e:

Aktîfkirina beşa duyemîn a benda (7) a madeya duyemîn ji hevpeymana NY`yê, ku ew jî bi rêya bergiriyan re rêzgezên xwe binpê nekin….Di beşa 7`emîn  de.

Aktîfkirina madeya(5) a hevpeymana NY`yê ji berjewendiyên komeleya giştî ku li ser esasê daxwaza  Meclisa Ewlekariyê û rawestandina endamtiya dewleta Tirkiyê ji NY`yê re be. Ev jî piştî Meclisa Ewlekariyê ku li dijî dewleta Tirk bergiriyên parastinê yan sînordarkirinê standin.

Aktîfkirina madeya(6)ji hevpeymana NY`yê. Ji ber dewleta Tirk pîvanên hevpeymana NY`yê binpê kirin.

Sekretêrê Giştî yê NY`yê Antonio Guterres ji encamên hevdîtina bi serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan a di 1/11/2019`an li Stenbolê, her wiha lêborîna ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku terorîst, ji berdêla wî û xeynî wî yên li ser asta cîhanê têk birin, revî.

Em dagirkirina herêma xwe red dikin, herêmên me tenê ji gel û neviyan xwe re ye. Kesên ne ji herêmên me ne, kamp di bin serpereştiya me û NY`yê dê ji wan re werin avakirin, heta ku çareseriyek siyasî ji aloziya Sûriyê re were diyarkirin.  Lê belê têkildarî koçberkirin û bicihkirina kesên biyanî, em qet qebûl nakin, ev mafê me yê rewa û di qada parastina rewa de ye. Çi ser asta kesan be yan jî komikan be ku di madeya 51’an a hevpeymana NY`yê de hatiye nivîsîn."

(eh)

ANHA