Li Efrînê binpêkirinên çeteyan berdewam in

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker 5 şêniyên kantona Efrînê revandin û ji bo serbest berdana 2 ji wan pere ji malbatan xwestin. Heta niha jî çarenûsa her 5 kesan ne diyar e. Her wiha çete baceyan li ser şêniyan ferz dikin.

Li Efrînê binpêkirinên çeteyan berdewam in
5 mijdar, 2019   09:43
EFRÎN

Çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker binpêkirinên xwe ji revandin û ferzkirina baceyan derheqê şêniyên Efrînê de berdewam dikin. 

2 hezar dolar li hember serbest berdanan wan

Di vê derbarê de, çavkaniyekî ji navçeya Mabata ji ajansa me re ragihand ku çeteyên Sultan Murad ên bi navê "El-Emşet" tên naskirin, berî du rojan 2 welatî ji şêniyên gundê Kaxrê yê girêdayî navçeya Mabata revandin. 

Çavkanî diyar kir ku her 2 welatiyên hatine revandin Ebdo Xelîl Heso û Mustaf Husên Miho ne.

Çavkanî her wiha got çeteyan ji bo serbest berdana wan 2 hezar dolar ji malbatên wan xwestine.

Çavkaniyekî din ji navçeya Cindirêsê ji ajansa me re ragihand ku çeteyên dagirkeriya Tirk ên navê "Firqet El-Hemzet" li xwe dikin, bê sedem duh 3 ciwan ji navçeyê revandin.

li gorî çavkanî, navên ciwanên hatine revandin wiha ne: "Fehid Umran, Sedam Ebdid El-Latîf Xenamê û Kemîran Menan Koşkar."

her du çavkaniyan diyar kirin ku çarenûsa her 5 welatiyan heta niha, ne diyar e.

Ferzkirina baceyan li ser şêniyan bi navê "Parastina welehiyê"

ji aliyekî din ve şêniyekî  ji gundê Xelîl ê girêdayî navçeya Şiyê ji ajansa me re ragihand ku çeteyên Sultan Murad "Emşat" li ser her maleke gund bac ferz kirin. Çavkanî wiha got: "Bi darê zorê ji her malekê li gund 300 dolar distînin, di bin navê "parastina ewlehiyê" de. Kesê ku pereyan nedê rastî cezayê tê."

ANHA