Di roja 27`an de...derbeyên giran li artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hate xistin

Duh artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundewarên Serêkaniyê û Girê Spî derbeyên giran ji şervanên QSD`ê yên di çarçoveya mafên parastina rewa de bersiva êrişan didin, xwarin.

Di roja 27`an de...derbeyên giran li artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hate xistin
5 mijdar, 2019   09:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Di roja 27`an ji êrişên dewelta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, şervanên QSD`ê di çarçoveya mafên parastina rewa de parastina herêmê dikin û derbeyên mezin gihandin artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê.

Şervanên QSD`ê di çarçoveya mafên parastina rewa de duh bersiva êrişên dijwar ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê li derdora gundên Inq El-Hewa û Til El-Ewerd ên navçeya Zirganê da û êrîiên çeteyan têk birin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê şêniyê bi navê Seîd Hemûd Elî El-Hewaş ku parastina gora şêx Husên li gundê Lizqa yê navçeya Zirganê dikir, kuşt.

Li gundê Rîhaniyê yê girêdayî navçeya Til Temir mayîneke çeteyên dewleta Tirk teqiya û di encama de 2 sivîl birîndar bûn.

Girê Spî

Li Girê Spî jî şervanên QSD`ê duh bersiva êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundên Bîr Kino û Ebdiko yên Girê Spî da. Di encama wê de hejmareke ji çeteyan hatin kuştin. Şervanên QSD`ê erebeyeke çeteyan ji cureya toyota li gundê Bîr Îsa yê girêdayî navçeya Eyn Îsa teqand û gund bi temamî ji leşkerên Tirk û çeteyên wê, paqij kir.

Ji aliyekî din ve jî şervanên QSD`ê erebeyeke girêdayî çeteyên artêşa Tirk a dagirker li gundê Genterî yê girêdayî navçeya Eyn Îsa teqand û 15 çeteyên têd e bûn, kuştin.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê derdora kampa Eyn Îsayê ji aliyê rojava ve topbaran kir.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di çarçoveya guhertina demografiya herêmê de navê Çerxerêya El-Elem a bajarê Girê Spî veguherand bi navê yek ji kuştiyên wê ku di şerê bi QSD`ê re hatiye kuştin de..

QSD: Di 24 saetan de 61 çete hat kuştin

QSD`ê diyar kir ku di encama şerê 24 saetên dawî de 61 çete hat kuştin û 22 jî birîndar bûn. Her wiha destnîşan kir ku 5 erebeyên leşkerî, 3 panzêr û motorsiklêtek hatin teqandin. 

Rêveberiya Xweser: Em bi tundî guhertina demografî li herêmên ku hatine dagirkirin, red dikin

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li NY`yê kir ku lêkolîna pêşniyara dewleta Tirk a dagirker der barê bichkirina malbatên çeteyan li herêmê de, paşguh bike û daxwaza avakirina komîteyek ku  lêpirsînê der barê kiriyarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bike de, kir.

Her wiha şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana kampa "Waşûkanî" kir. Şandeyê bang li tevahî rêxistinên mirov û dewletên cîhanê kir ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bisekinin û koçberan li warên wan vegerînin. Di vê der barê de Foza Yûsif wiha got:"Heger komîteyeke navdewletî ji bo vegera koçberan neyê avakirin, wê demê hêzên navdewletî jî şirîka karaseta mirovî ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibin."

Helwestên navdewletî li dijî êrişên dewleta Tirk

Incîliyan biryara Trump a vekişandina hêzên xwe ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tenêhiştina xiristyan û kurdan ku ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve werin kuştin, rexne kir. Ji tevahî cîhanê re diyar e ku dewleta Tirk û Qeterê sedema belavbûna terorê li cîhanê ye.

Rojnameya The Times a Birîtanî got, heger wateya zagonên navdewletî hebe, divê lêpirsîn der barê sûcên navdewletî were kirin bêyî tirs û cûdatî were kirin. Her wiha aliyê ku tê gotin sûc kiriye, divê rewşa wan di ber çavan re were derbaskirin. Bi vê yekê îşaret bi sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tine, Kir.

(bx)

ANHA