Malbatên şehîdan: Me şerê terorê kir û Tirkiyê careke din vedijîne

Malbatên şehîdan ên Reqayê gotin: "Me zarokên xwe di oxira rizgarkirina herêmê ji terora DAIŞ`ê de, daye. Lê dewleta Tirk a dagirker, bi êrişên xwe careke din terorê zindî dike.

Malbatên şehîdan: Me şerê terorê kir û Tirkiyê careke din vedijîne
5 mijdar, 2019   07:16
REQA-CEMAL MIHEMED –ABDULLAH ASLAN

Malbatên şehîdan ên Reqayê bi rêgeza berxwedan rêya xilasiya gelan ji zulm û koletiyê ve girêdayî ne diyar dikin ku wan zarokên xwe di oxira vê yekê de daye û nahêlin Tirkiyê yan jî tu hêzeke din destkeftiyên şehîdan têk bibin.

Malbatên şehîdan destnîşan dikin ku dewleta Tirk dergûşa terorê ye, axa xwe veguherandiye cihê fesadî û xirapiyê û dîroka dewleta Osmanî bi rijandina xwîn û komkujiyan dagirtî ye. Her wih dîrok  şahidê berxwedana li hember dagirkeriya Osmanî ye. Malbatan piştrast kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êdî nefesa azadiyê dikşînin û dê tu bedîleke din qebûl nekin û serî ji Tirkiyê re natewînin.

Malbatên şehîdan ên Reqayê destnîşan kir ku êrişa dewleta Tirk a dagirker bi tundî red dikin û bi fedekariyên Hêzên Sûriye Demokratîk(QSD) di Berxwedana Rûmetê de serfiraz in.

Bavê şehîd Îbrahîm El-Selûm, Ebid El-Selûm êrişa dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û anî ziman ku kirinên Tirkiyê ne xerîb in. Ji ber ku Tirkiyê dijminê dîrokî yê gelên herêmê ye û ji bo rewakirina êrişên xwe navên cuda berovajî kirinên xwe bi nav dike.

Ebid El-Selûm diyar kir ku Tirkiyê desteka komên çete yên ku şerê gelên Sûriyê kirine dike, di serî de Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê. Hîna jî piştevanî û destekê ji wan re pêşkêş dike. El-Selûm ji paşguhkirina civaka navdewletî der barê kirinên Erdogan de tevî ku dizanin Erdogan dijimê rastîn ê mirovahî û cîhanê ye û jêdera terorê ye, ecêb ma.

Ji aliyê xwe ve hevsera şehîd Cuma El-Xelef Xewle El-Yetîm ronahî berda ser binpêkirinên dewleta Tirk a dgirker û komkujiyên wê der heqê pêkhate û gelên herêmê de beyî ku cudahî bixe navbera zarok û temenmezin an jî bêje ev Ereb, Kurd, Suryan an jî Asur e. Berovajî wê ji cîhanê re radighîne ku şerê wê li dijî terorê ye. Lê ew DAIŞ û Cebhet El-Nusra bi kar tîne. Yên ku bi êrişên xwe li ser herêmê tevahî cîhan tirsandine û hîna ditirsîne.

Dayika şehîd Mihemed Ehmed û xwişka şehîd Mihemed El-Qasim Emîre El-Qasim got: "Me bi hezaran şehîd ji bira, zarok û hevserên xwe feda kirin. Em tenê dixwazin di nav ewlehiyê de bin û destkeftiyên Hêzên Sûriyê Demokratîk(QSD) biparêzin. Ji bilî QSD`ê em naxwazin tu hêzeke din me biparêze."

Malbatên şehîdan bang li tevhiya aliyên têkildar û dewletên di Konseya Ewlehiyê de xwedî biryar kir ku Tirkiyê bi êrişên xwe vejandina DAIŞ`ê armanc dike û vê yekê paşguh nekin. DAIŞ hîn bi dawî nebûye û Tirkiyê dixwaze ji nû ve vejîne. Êrişên Tirkiyê di nêrîna rasteqînî û mentiqî de êrişek û xeteriyek ne tenê Sûriyê, lê li ser tevahiya dewletên cîhanê ye.

(şx)

ANHA