Pêngava`` Berhemên Tirkiyê baykot bikin`` didome

Şêniyên Efrînê li ser girîngiya bicihanîna pêngava baykotkirina berhemên Tirkiyê, tekez kirin.

Pêngava`` Berhemên Tirkiyê baykot bikin`` didome
4 mijdar, 2019   17:13
ŞEHBA – MIZGÎN HEMO

Yekîtiya Civaka Sivîl a Herêma Efrînê di bin durişma `` Ji bo xatirê zarokên me kelûpelên Tirkî baykot bikin`` de, bang li gelên cîhanê kir kel û pelên Tirkiyê, baykot bikin.

Di çarçoveya roja duwem a hemleya baykotkirina kelûpelên Tirkî de, şêniyên Efrînê tekez kirin ku ew tiştên Tirkî nakirin. Têkildarî mijarê ajansa me ANHA`yê nerîna hejmarek beşdarên hemleyê, parve dike.

Emîne Osman got:`` Ev hemle ji bo baykotkirina kelûpelên Tirkî yên derbasî herêma Şehba dibin, hate destpêkirin.``

Mihemed Henan ê ji Efrînê diyar kir:`` Dewleta Tirk di êrîşên xwe yên li ser şêniyan dewam dike, Em wek şêniyên kantonê dikarin hertiştê têkildarî dewleta Tirk , wek cilan, madeyên xwarinê û her wekî din, baykot bikin.``

Mihemed wiha domand:`` Hemleya baykotkirinê li hemî herêmên Rojava berdewam e, di demê dawî de, xwendekarên zanîngehê û bazirgahên cilan daxuyaniyek li ser baykotkirina kelûpelên Tirkî belav kirin. Me biryar da tiştan ji dewletên li dijî dewleta Tirk helwest girtine bikirin, em ê aboriya wê paşve bidin.``

Têkildarî mijarê, Cîhan Seîd got:`` Tirkiyê kelpelên xwe dişîne Sûriyê, lê em ne hewcedarî kelûpelên wê ne.``

(rr)

ANHA