DAIŞ`ê êrişa benda kontrolê ya Hêzên Senadîd  girt ser xwe

Çeteyên DAIŞ`ê êrişa ku li ser benda kontrolê ya Hêzên Senadîd li ser rêya siyasî ya nêzî navçeya Til Koçerê pêk hatî û 3 endamên Hêzên Senadîd şehîd bûne, girtin ser xwe.

DAIŞ`ê êrişa benda kontrolê ya Hêzên Senadîd  girt ser xwe
4 mijdar, 2019   13:26
QAMIŞLO

Vê sibehê gurupeke çekdar êrişî bendeke kontrolê ya Hêzên Senadîd li çatrêya gundê Niêmiyê li ser rêya siyasî ya nêzî navçeya Til Koçerê kiribû. Di êrişê de 3 şervanên Hêzên Senadîd şehîd bûbûn û hin şervanên din jî birîndar bûbûn.

Çeteyên DAIŞ`ê li ser malperke enternetê ya girêdayî xwe êriş girt ser xwe.

(ekib)

ANHA