Parçeyek ji plana komkujiya kurdan: Qeyûm

TC’yê ya ku hebûna xwe li ser komkujiya Kurdan ava dike, ji Bakur heta Başur, ji Rojava heta Rojhilat vîna kurdan û rêveberiya xweser a Kurdan dike hedefa xwe.

Parçeyek ji plana komkujiya kurdan: Qeyûm
4 mijdar, 2019   08:24
NAVENDA NÛÇEYAN-HEVÎ HESEN

Dewleta Tirk, bi gotinên “Em destûr nadin ku rêveberî di bin sînorê me de bê avakirin" dest bi dagirkirina Rojava kir. Armanca wan a sereke Rêveberiya Xweser a kurdan e.

Dixwaze vîna wan tune bike. Bi dagirkirinya Rojava re, li Bakur jî dest bi tayînkirina qeyûman kir û waliyên dagirkeriyê tayînî şaredariyan kirin.

Bi van qeyûman komkujiya siyasî li ser Kurdan pêk anîn.

Serokkomarê dewleta Tirk Erdogan jî li Başurê Kurdistanê di referanduma serxwebûnê ya 25'ê Îlona 2017’an de gef xwaribûn.

Erdoganê faşîst bi gotinên “Vaneya kaniyê li cem me ye.Kengî me Vaneya Kaniyê girt her tişt xelas dibe. Wê birçî bimînin. Em ê şevekê bê wext bên" û gef li Rêveberiya Başurê Kurdistanê jî xwaribû.

Dîsa ji bo li Rojhilatê Kurdistanê da ku vîna kurdan bişkîne, bi rejîma Îranê re hemû hevdîtinan pêk tîne. Ji bo vîna kurdan têk bibe, hemû hevalbendiyan dike.

Labaratuvara komkujiya Kurdan a dewleta Tirkiyeyê jî, Bakurê Kurdistanê ye.

 Ji Osmaniyan heta TC’yê, li ser kurdan komkujî, bişaftin, polîtîkayên qirkirina nijadî, bi rek û pêk didome.

Di sala 1920’an de bi ‘Plana Islahata Şerqê" gava yekemîn avêt. Li Agirî, Zîlan û Dêrsimê, dest bi komkujiyan kir.

Di dewama wê de li Bakurê Kurdistanê ji sala 1928’an heta 1952’an “Mufettişiya Umumî" ji sala 1987’an heta 2002’an “Walîtiya OHAL'ê, piştî 2016’an jî polîtîkayên “Qeyûm" a dagirkeriyê xist meryetê û bi rê ve dibe.

Dewleta Tirk di civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) ya 30'ê Cotmeha 2014’an de di bin navê ‘Plana têkbirinê" de komkujiyên li ser kurdan nûjen kirin.

Di vê planê de jî wekî planên berê ne tenê Bakur, perçeyên din jî kirin hedefa xwe. Destkeftiyên kurdan ên parçeyên din jî kirin armanc.

Di gava yekemîn a plana komkujiyê de li Bakurê Kurdistanê rêveberiyên herêmî yek bi yek kirin hedefa xwe. Ev peywir da Wezîrê Karên Hundir. Bi navê “Qeyûm" hemû vîna kurdan xesb kirin.

Yek ji armanca dewleta Tirk a faşîst, wekî parçeyekî komkujiya Kurd, rêveberiyên kurdan ên herêmî yek bi yek desteser bike, bû.

Rêya tayînkirina qeyûman a rêveberiyên herêmî, piştî lîsteka darbeya 15'ê Tîrmehê ku Erdoganê faşîst gotiye: “Ev ji bo me nîmet bû" bi îlankirina OHAL'ê re hêsan bû.

Di 4'ê Îlona 2016’an de bi KHK'ya 674'an a hejmar 5393'an û zêdekirina xala 45'an rê li pêş plana komkujiyan vekir.

Kiras li hiqûqê kir û di sala 2016’an de qeyûm tayîn kirin.

Heta 2019'an rêveberiyên herêmî desteser kirin. Bi vê guhertina zagonê li Kurdistanê OHAL û qeyûm mayînde kirin.

Hevşaredarên 94 şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk(HDP) ji peywirê dûr xistin. Li şûna wan qeyûm tayîn kir.

Ji hevşaredaran 41 rastî ceza hatin. Bi giştî 237 sal û 237 meh û 171 roj rastî cezayê girtîgehê hatin. Dozên der barê 52 hevşaredan de berdewam dikin. Ji 94 hevşaredaran, 20 jê hêj girtî ne. 57 hevşaredar serbest tên darizandin.

Piştî hilbijartina 31'ê Adarê jî rewş hat guhertin. Beriya hilbijartinê Erdogan got: "Tişta hewce em ê bikin. Em ê qeyûman tayîn bikin" û beriya hilbijartinê jî ferman da.

Tevî gefên Erdogan, gelê Kurd dîsa çû ser sindoqan

Li Kurdistanê dîsa HDP’ê ji sindoqan derket. Destpêkê bi destê YSK'ê qeyûm tayîn kirin.

Kesên bi KHK'ê ji peywirê hatibûn girtin, mazbatayên wan nedan wan û dîsa vîna gel xesb kirin. Li Bakurê Kurdistanê bazbata 6 şaredarên bi ser ketine, nedan wan.

Dîsa mazbata 48 endamên meclisa şareda û endamên meclîsa bajar, nedan wan û vîna wan xesb kirin.

Di 19'ê Tebaxa 2019'an de dîsa bi fermana wezîrê Karên Hundir, qeyûm tayinî 3 şaredariyên bajarên mezin kirin.

Heta niha qeyûm tayînî 15 şaredariyan kirin û vîna gel xesb kirin. 12 hevşaredar dîsa girtin û şandin girtîgehan.

Dewleta Tirk a faşist parçeyekî komkujiya kurdan bi dagirkirina Rojava berdewam dike.

ANHA