Rêxistina ‘‘Free Burma Rangers‘‘şehîdbûna endamekî xwe piştrast kir

Rêxistina "Free Burma Rangers" ya Amerîkî agahiyên kuştina endamê xwe Zaw Senk di êrişa artêşa Tirk a li dijî kerwanê rêxistinê de piştrast kir.

Rêxistina ‘‘Free Burma Rangers‘‘şehîdbûna endamekî xwe piştrast kir
3 mijdar, 2019   17:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa dewleta Tirk a dagirker karwana bijîşkên Rêxistina Free Burma rangers a Amerîkaytê ya pisporiya veguhastina sivîl û birîndaran ji herêmên şer ên di navbera gundên Reşîdiyê û Qasimiyê yên navçeya Til Temirê de topbaran kir. Di encamê de 2 endamên rêxistinê birîndar bûn.

Rêxistina "Free Burma Rangers" li ser hesabê xwe yê twîtterê ragihand "Endamê me Zaw Senek ê ji Bormayê di topbarana artêşa Sûriyê ya Azad/ Artêşa Tikde hate kuştin."

ANHA