Li Kobanê şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn

Bi sedan şênyiên kantona Kobanê şehîdên meha Cotmehê li goristana Şehîd Dicle bi bîranîn.

Li Kobanê şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn
Li Kobanê şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn
Li Kobanê şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn
Li Kobanê şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn
3 mijdar, 2019   17:21
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê yên meha Cotmehê û şehîdên Berxwedana Rûmetê berî dan Goristana Şehîd Dicleyê.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre rêvebera TEV-DEM‘ê ya kantona Qamişlo Eyşe Efendî axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û got: "Dijmin kiryarên xwe yên derheqê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ranawestîne, divê em bê hêvî nemînin û ji bo pêkanîna serkeftinê amade bin."

Piştre şêniyan mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.

ANHA