Fosfora spî ya dewleta Tirk...trajediya mirovî ya qêrîna zarokan

Ne lîstokên şahiyên cejnan bû, dema ku zarokê bi navê Mihemed Hemîd û şêniyên herêmê pê şewitîne û qêrîna Mihemed ber bi asîman ve çûbû, lê belê madeya fosfora şewatê bû ku dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên dawî yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar anîbû, Lê pirsa di vir de, dewleta Tirk ev made ji ku derê wergirt?

Fosfora spî ya dewleta Tirk...trajediya mirovî ya qêrîna zarokan
3 mijdar, 2019   08:50
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA HEBÎB

Bi piranî bi madeya fosforê û cureyên wê hatine bihîstin, lê der barê wê de tu tiştî nizanin, ew çi dike û çi helwesta hevpeymanên navdewletî ji bikaranîna wê heye?

Fosfora spî, çekeke laşê mirov dişewitîne û ji bilî hestî tiştekî nahêle û pişûvedana wê bi demekê dirêj zirareke mezin bi kezeba nefesê ya gewr dike.

Ew madeyeke mûmî ya zelal e û spî û li ser zerbûnê ye. Bi lezeke mezin bi Oksojînê atkîv dibe. Piştre jî jê gazên şewatê bi radeyeke pir mezin derdikeve û dûmanê spî ya giran jê bi der dikeve.

Dûvre fosfora spî dikeve nav axê yan jî kûrahiya çem, derya û li ser zindiyên deryayê mîna masiyê dimîne. Bi wê re jî tenduristiya jînegeh û mirovan dikeve xeteriyekê.

Her wiha  ji fosfora spî dûmaneke jê derdikeve ku artêş di liv û tevgerên xwe de bi kar tînin.

Helwestên rêxistin û hevpeymanên navdewletî ji bikaranîna wê, çi ne?

Zexeriya fosfora spî bi şêweyeke bingehîn di çêkirina bend(satir) an jî diyarkirina armancan tê bikarkaranîn. Lê belê dewletên li hember mîsaq navdewletî û qanûnên şer ne rêzdar in, weke çeka şewatê bi kar tîne.

Peymana qedexekirina çekên sivik ên diyarkirî di 1983’an de dest pê kir. Lê Protokola 3’yemîn a ji hevpeymanê bikaranîna çekên şewatê li dijî sivîlan qedexe dike. Her wiha jî Protokol bikaranîna ji bo hedefên leşkerî li nav şêniyan jî û malan jî qedexe dike. Lê tenê heke hedef diyarkirî û dûrî sivlan be û divê hemû bergiriyên ku sivîl nebin qurban pêk bên, tê bikaranîn.

Hevpeymana Cinêvê ya 1980’an bikaranîna fosfora spî li dijî sivîlan an jî li dijî dijminên ku li cihên sivîlan jî, qedexe kir û bikaranîna wê wekî sûca şer e.

Bikaranîna fosforê

Di dawiya 1916’an de Brîtanyayê yekemîn mayîna fosforê çêkir û di Şerê Cîhanê ya Duyemîn de hêzên Amerîkayê û hêzên dewletên Commonwealth fosfora spî bi dijwarî bi kar anîn. Her wiha jî Japonyayê jî bi kar anî û lê bi awayekî kêmtir.

Artêşa Amerîkayê mayînên fosforê di şerê li dijî Vietnamê de bi kar anî. Li aliyekî din jî di raporên çapemeniyê de hat eşkerekirin ku hêzên Amerîkayê di êrişên li dijî bajarê Feloca ya Iraqê ya Mijdara 2004’an de jî bi kar anîye.

Qêrînên zarok Mihemed nîşaneya rasteqîn a bikaranîna Tirkiyê ya fosforê di êrişên xwe de ye

Bi êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê re yên di 9’ê Cotmeha borî de, li ser bikaranîna deweleta Tirk a fosforê wek çekekê li dijî sivîlan, hat axaftin. Lê belê wek her car hewl dide tevan bixapîne û derewan bike ku bi kar neaniye.

Lê birînên ku di encama topbaranên dewleta Tirk de pêk hatine, eşkere dibin û piştrast dikin ku dewleta Tirk fosfora spî bi kar aniye. Di vî warî de rojnameya "The Times" a Brîtanyayê lêpirsîneke berfireh der barê de vekir ku nîşaneyên bikaranînê hene ku rejîma Tirkiyê şermezar dike. Her wiha jî tê piştrastkirin ku hêzên dewleta Tirk mayînên fosforê yên şewatê yên qedexekirî bi kar anîne. Lêpirsîna rojnameya The Times a Brîtanyayê bi piştevaniya şahidên ji qurbanî û malbatên wan li cihên topbaranê, pêk hat. Ji wê zêdetir jî nêrînên pispor û encamên analîzên nîşaneyan jî bikaranîna fosforê sepand. Bi wê re jî divê dewletên cîhanê tev bigerin ku kesên ev sûcên hov û trajedî ya mirovî li wir pêk anîne, bên lêpirsînkirin û dadgehkirin.

Dr. Ebas Mensoran (69) ê ku qurbaniyên şewatê yên li nexweşxaneya Hesekê tedawî kirine, ji The Times re wiha daxuyand: "Min gel birînên der barê derbeyên asîmanî de dîtine. Di birînên bi encamên şewat û teqînan de ku hin caran mirov bi derbeyên asîmanî birîndar dibin, pispor im. Lê ev rewşên heyî pir cuda ne. Birînên kûr, şekil û bêhna ku jê difore, li gor birîn û derbeyên ku çekên kîmyawî yên şewatê ne."

Ji rewşên girîng, rewşa zarokê bi navê Mihemed Hemîd ku di dîmenê de xuya dibe, qêr dike û laşê wî dişewite.

Rojnameya The Times a Brîtanyayê duh di rapora xwe de rewşa Mihemed Hemîd ku ji ber êşa fosfora dewleta Tirk li nexweşxaneya Til Temir diqêre, şiband rewşa Fan Thi Kim Fook. Fan Thi Kim Fook keça (9) ku Nick Out di 1972’an de wêneya wê kişaye û ew tazî li rê ya li başurê Vietnamê dibeze û ji ber jana şewata napalmê diqêre.

Tirkiyê fosfor ji ku derê wergirt?

Tirkiyê ne tenê bikaranîna wê derewand, lê belê heta hebûna wê jî derewand. Lê rojnameyên Brîtanyayê derewa wê eşkere kir. Her wiha rojnameya The Times a Brîtanyayê eşkere kir ku tu duristbûna Tirkiyê ya derewadina ku li gel wê fosfora spî tune ye, nîn e. Her wiha rojnameyê piştrast kir ku Brîtanyayê di alavên leşkerî ku firotine Tirkiyê de fosfora spî hebû û alav bi zêdetir 70 ruxsetên derçûnê ne.

Li gor rojnameyê madeyên leşkerî yên ku Brîtanyayê firotine Enqereyê, mayînên dûman, zexiriyên agirî, mayînên xapandinê û hwd in. Di heman demê de madeya fosfora spî ya kîmyawî ne qedexe ye. Lê belê divê li qanûnên mirovî yên navdewletî bê bikaranîn.

Rojnameyê îşaret pê kir ku kesên ku bi fosfora spî şewitîne û birînên wan xeter in, delîlên rasteqîn ên bikarnîna fosfora spî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hefteya borî de, pêşkêş kirine. The Times şewatên li ser zarokê bi navê Mihemed Hemîd(13) ku kurdê li Sûriyê dîtin. Şewatên Mihemed ji ber bikaranîna bombebarana balafirên dewleta Tirk a şeva 16’ê Cotmehê de pêk hatin.

Fişarên qedexekirina lêpirsînê û sûcdarkirina dewleta Tirk

NY’yê ragihand ku li dijî bikaranîna dewleta Tirk a fosfora spî ku di êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi kar anîne, delîl û nîşane zêde dibin. Her wiha pisporên çekên kîmyawî yên girêdayî NY’yê dest bi lêpirsînê kiriye.

Lê li aliyekî dîtir jî rojnameya The Times a Brîtanyayê di destpêka Mijdarê de ragihand ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî, lêpirsîna bikaranîna artêşa dewleta Tirk a dagirker a fosfora spî li dijî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, red kiriye.

Rojnameyê li ser zimanê pisporan ku nexwestine navên xwe eşkere bikin ku, Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî red kiriye ku nîşaneyên bikaranîna fosfora spî, lêkolîn bike. Ew jî ji ber NATO’yê ev pêngav red kiriye. Ji ber ku NATO hêvî dike ku baweriyê di navbera serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan û serokê Amerîkayê Donald Trump de di lûtkeya NATO ya meha bê de pêk bîne. Her wiha ji ber NATO niha tu girîngiyê nade zêdekirina tewanan li dijî Enqereyê der barê bikaranîna hemleya xwe ya dawî ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

(fr)

ANHA