Şêniyên Reqa: Berî behsa destûrê divê dagirkerî derkeve

Şêniyên Reqa tekez kirin ku hemû pêkhateyên gelê Sûriyê di dariştina desûrê Sûriyê de ne beşdar bin, ew destûr ne meşrûîye û nayê qebûlkirin.

Şêniyên Reqa: Berî behsa destûrê divê dagirkerî derkeve
3 mijdar, 2019   06:49
REQA – EMAR EL-XELEF

Şêniyên Reqa û tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêveberiya Xweser wek nûnerê wan ê tek dibînin, şênî dibêjin ev rêveberiyeke niştimanî herî base û nûnertiya îradeya tevahî pêkhateyên gel dike, tekez jî dikin çareserî li Sûriyê bi diyaloga Sûrî – Sûrî re pêkane.

Welatiyê bi navê Ehmed El-Xelîl ê ji bajarê Reqayê got:`` Her destûrek xwe bispêre derve, dûrî demokrasiyê be û beşdariyeke berfireh a pêkhateyên gelê Sûriyê tê de tune be, li gor yasayên Meclîsa Asayîşa Navdewletî destûrekî nayê qebûlkirin û nayê pesendkirin. Dûrxistina pêkhateyên gelê Sûriyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, neheqiyeke mezine li ser mafê 5 milyon kes.``

Welatî Hecî Şihab jî got:`` Tu aliyekî siyasî yan navdewletî nikare pêkhateyên gelê Sûriyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku zêdeyî 5 milyon kesin dûr bixin û nikarin fedakariyên QSD`ê li dijî rêxistina herî terrorist a cîhanî, ji bîr bikin.``

Hecî Şihab da xuyakirin ku di qonaxa niha de, pêwîste dagirkerî bidawî bibe û êrîş bisekinin û got ku`` çawa dewletek ji aliyê dewleteke bin ve hatiye dagirkirin dê dariştina destûrê bike, berî her tiştî divê dagirkerî bi dawî bibe û xaka welat bê rizgarkirin.``

Welatiyê bi navê Beşîr El-Nayif ê ku niştecihê Reqa ye pirsî:`` Behsa çi destûrê tê kirin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhikatê Sûriyê têde ne beşdar be?.`` û wiha domand:`` Her destûrek rêz li mafê gelan a diyarkirina çarenivîsê wan negre, nayê qebûlkirin û reşkirî ye.``

Beşîr El-Nayif  tekez kir ku divê dadgeheke navdewletî li ser sûcên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê der heqê gelên Bakur Rojhilatê Sûriyê were lidarxistin û dagirkerî bê bidawîkirin.``

(rr) 

ANHA