Mijarên rojnameyên erebî yên hefteya derbasbûyî

Rojnameyên erebî yên di hefteya derbasbûyî de hatin çapkirin bal kişandin ser kuştina Ebû Bekir El-Bexdadî li Idlibê ku navenda çalakiyên îstîxbarata Tirkiyê ye, civînên amadekariyên destûra bingehîn a Sûriyê, xwepêşandanên li Iraq û Lubnanê û encamên wê.

Mijarên rojnameyên erebî yên hefteya derbasbûyî
3 mijdar, 2019   05:35
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Ereb : El-Baxdadî hate kuştin, lê li Idlibê çi dikir?

Rojnameyê der barê mijarê nivîsî:"Kuştina lîderê rêxistina DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî gelek pirsên der barê ka li herêma Idlibê çi dikir derxistin pêş, ji ber li herêmê istixbarata Tirkiyê hene û têkliliyên wan ên xurt bi komên girêdayî wan re hene, di serî de jî komên Artêşa Azad û Fetih El-Şam (Cebhet El-Nusra) ya berê.

Rojnameyê nivîsî: "Idlib bûbû spartgeha lîderê DAIŞ`ê piştî ku rêxistin beriya nêzê du salan li Raqa û Mûsilê têk çû û hêzên Iraqê û Sûriyê û yên Kurdan li herêmên desthilatdariya DAIŞ`ê belav bûn.

Çavdêr dibêjin ku dibe Enqerê berê dizanîbû ku El-Bexdadî li Idlibê ye, ji ber ku li wê deverê istixbarata wê tevdigerin.

Gelek caran Tirkiyê rastî tewana têkiliyên bi DAIŞ`ê re hatiye, çi ji aliyên opozisyon Tir

El-Beyan: "Meclisa Nûneran" Biryarnarmeya cezayên li dijî Tirkiyê erê kir

Rojnameyên Erebî yên îro der barê bertekên li dijî êrîşa Tirkiyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê de nivîsîn, rojnameya Al-Bayan nivîsî "Meclisa nûneran a Amerîkayê bi piraniya dengan biryarnameya ku ji serok Donald Trump dixwaze cezayan li ser Tirkiyê bibire, bi sedema êrîşa Anqerê ya li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê, erê kir".

Rojnameyê her wiha nivîsî "Meclisê bi piraniya 403 dengên erê beramberê 16 dengên na, biryarname erê kir. Gelek endamên Kongres`ê yên demokraîk û komarparêz xebat dikin ku serokê Tirkiyê û hikûmeta wî neçar bikin ku êrîşa li dijî hêzên Kurdî ku di şerê li dijî DAIŞ`ê de piştgiriya hêzên Amerîkayê kiribûn, rawesîne".

El-Ereb: Ji bilî Sûriyê hemû li Cinevê ne

Girêdayî civînên komîteya destûrî rojanameya El-Ereb got: "Di pêvajoya amadekariyên destpêkirina civînên komîteya destûrî ya Sûriyê de hemû amade bûn. Nûnerê sekreterê giştî yê NY`î Gerr  Pederson amadekariyên van civînan kir. Diyar e ku Pederson Sûriyê û herêmê ji Stefan de Mistura bêtir dizane yê ku bi awayekî girêktir mijara aloziya Sûriyê girt dest."

Rojnameyê wiha domand: "Ji bilî Sûriyê hemû li Cinevê ne, ya têkildarên rastîn ên Sûriyê li wir bûn. Di serî de wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf û wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu.Î

Rojnameyê ev diyar kir: "Mirov tenê li axaftinên nûnerên Rejîma Sûriyê û opozîsyonê guhdar bike wê bizane ku çalek rastîn di navbera her du aliyan de heye. Nûnerê Rejîma Sûriyê bi zimanê xwe yê textî mîna her car axivî. Nûnerê opozîsyonê jî rewşa li ser erdê hûr hûr analîz kir tevî rêzehêviyên ku êdî hêza wî tune ye ku di piratîkê de pêk bîne hêvî kirin.

Dîmen sûralîzim bû dema Rejîmê Sûriyê behsa vegerandina tevahiya axa Sûriyê. Gelo Tirkiyê bi komploya Rûsya û Amerîka derbasî bakurê Sûriyê bû ji bo ku rojekê derkeve? Dibe ku rojekê Tirkiyê ji Sûriyê derkeve lê piştî ku ji Qibrsê yê ku ji 1974`an ve dagir kiriye derket.

Du nuqteyên girîng hene sûd e ku mirov li ser bisekine. Nuqteya yekemîn girêdayî tunebûna rewabûna pergala heyî ye. Nuqteya din Sûriyê di piratîk de di bin dagirkeriyê de ye. Hêzên dagirkirî pêşeroja Sûriyê bi hebûna destûrek nû yan tunebûna mîna vê destûrê biryar dide."

Şeriq El-Ewset : Al-Harîrî istifa kir… gok di qada Ewn de ye

Der barê geşeanên li Libnanê rojnameyê nivîsî "Biryara istifayê ya serokê hikûmeta Libnanê Saad Al-Harîrî, duh, aloziya Libnanê piştî 12 rojên xwepêşandanan, kûrtir kir, gok jî niha di qada serokê komarê Mîşel Ewn de ye".

Ev geşedan astengiyeke nû datîne pêşiya avakirina hikûmeteke nû, bi taybet ku "Şepêla Niştimanî ya Azad" dixwaze serokê wê Cibran Basîl bimîne wezîr.

Îmarat El-Youm: Serokê Iraqê: Ebd El-Mihdî istîfa erê kir bi şertê ku alternatîfeke bê qebûlkirin, hebe

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya Îmarat El-Youm got: "Serokê Iraqê Berhem Salih soza hilbijartinên pêşwext piştî erêkirina qanûna hilbijartinên nû ku gel jê razî be û guhertina komseriya hilbijartinan a serbixwe da û destnîşan kir ku serokwezîr Adil Ebd El-Mihdî destnîşan kir ku ew amade ye îstîfa bike bi şertê ku alternatîf hebe.

 El-Ereb: Mijara qirkirina Ermeniyan di rûyê Erdogan de diteqe

Der barê mijarê rojnameyê nivîsî: “Naskirina komkujiya Ermeniyan ji aliyê Kongresa Amerîkayê ve, ji bo Erdgoan bû derbeyeke bi hêz, ji xwe li ser wî zextên navdewletî hene ji ber siyasetên wî yên herêmê.”

Rojnameyê nivîsî “Enqerê ditirse ku ev biryara Amerîkayê ya der barê kokujiya Ermeniyan, liveke zagonî ya navdewletî çê bike, NY`ê cezayan li ser Tirkiyê bibire, weke çawa li ser Almanyayê hatin birîn ji ber doza Holokostê ya li dijî cihûyan.”