Almanya: Helwesta ma ya derbarê ewlehiya Sûriyê de sabit e

Cîgira berdevkê hikûmeta Almanyayê Martina Fitz têkildarî daxuyaniya Serokê Rejîma Sûriyê Beşar El-Esed a redkirina pêşniyara Almanyayê ya avakirina "Herêma ewle navnetewyî" li Bakûr Sûriyê got, daxuyaniyê El-Esed helwest wan a der barê ewlehiya herêmê de naguhere.

Almanya: Helwesta ma ya derbarê ewlehiya Sûriyê de sabit e
1 mijdar, 2019   19:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgira berdevkê hikûmeta Almanyayê Martina Fitz ji rojnamevanan re ragihand ku Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel dê roja îna bê li Berlînê bi Pompeo re bicive,  her wiha tê payîn ku wezîrê derve yê Amerîkayê jî bi hempîşeyê xweyê Almanyayê Haiku Mas û wezîrê diravî Olaf Schulz û ya parastinê Crump-Karnbaur re hevdîtinan bike

Martina Fitz diyar kir ku dê dosyayê di navbera herdu welatan de û dosyayên navdewletî nîqaş bikin.

Têkildarî daxuyaniyên El-Esed a der barê pêşniyara Almanyayê ya avakirina herêma ewle di bin çavdêriya hêzên navnetewî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fitz got: "Ev daxuyanî helwesta hikûma federasyona Almanayayê ya der barê ewlehî û aramiya herêmê de naguhere."

Demek pêş ji ser mijarê wezîra parastinê ya Almanyayê Crump-Karnbaur gotibû "Hewcedariya ma bi aletrnatîfekê ji bo peyamana Rûsya-Tirkiyê ya girêdayî Sûriyê heye."