Dewriyeyên Rûsî ji bajarê Qamişlo derket

Çend erebeyên leşkerî yên Rûsî bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hevre ji balafirgeha Qamişlo derketin, hindek ji wan ber bi rojavayê bajêr ve çûn û hindek ber bi rojhilat ve çûn.

Dewriyeyên Rûsî ji bajarê Qamişlo derket
1 mijdar, 2019   08:48
QAMIŞLO

Nûçegihanên me ragihand ku çend erebeyên leşkerî yên Rûsî bi hevkariya hêzên Ewlekariya Hundirîn îro di saet 09:15`an de ji balafirgeha Qamişlo li ser du beşan derketin. Beşek ber bi rojhilat (Navçeya Tirbespiyê) ya kantona Qamişlo û beşek jî ber bi rojava (Navçeya Dirbêsiyê) ya kantona Hesekê, ve çûn.

Li gorî lihevkirina Sochi ya 22`ê Cotmehê tê payîn ku dewriyeyên hevbeş ên Rûsya û dewleta Tirk a dagirker, li herêmê pêk werin.

(bx)

ANHA