Sibe li herêma Cizîrê meşeke girseyî tê lidarxistin

Şêniyên bajar û navçeyên herêma Cizîrê bi armanca şeremzarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên meşeke girseyî dikin. Meş di 2`ê Mijdarê de ango Roja Cîhanê ya Rojava were lidarxistin.

Sibe li herêma Cizîrê meşeke girseyî tê lidarxistin
1 mijdar, 2019   08:18
QAMIŞLO

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 9`ê Cotmehê ve êrîşî piraniya bajar, navçe û gundewarên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku sivîl di wan de dijîn, dike. Di encama êrîşan de heta niha zêdeyî 300 sivîl şehîd bûne, her wiha zêdeyî 300 hezar kes neçarî koçberiyê bûne. Di heman demê de, çeteyên dewleta Tirk ji Cebhet El-Nusra û çetyên DAIŞ`ê sivîlan dikujin.

Bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li ser banga Rêveberiya Xweser şêniyên 14 herêmên ji herêma Cizîrê meşeke girseyî di 2`ê Mijdarê de lidar dixin.

Meclisên navçe û bajarên herêma Cizîrê bang li tevahî pêkhateyan kir ku tev li meşa girseyî bibin û îradeya xwe diyar bikin.

(bx)

ANHA