‘Nîqaşkirina rizgarkirina Sûriyê ji destûrî girîngtir e‘

Emîna Umer û Eyşe Hiso diyar kirin ku biryarên komîteya destûrî wan eleqedar nake û gotin, "Niha nîqaşên li ser rizgarkirina xaka Sûriyê ji dagirkeriya Tirk ji nîqaşên li ser komîteya destûrî girîngtir e."  

 ‘Nîqaşkirina rizgarkirina Sûriyê ji destûrî girîngtir e‘
1 mijdar, 2019   06:51
QAMIŞLO – SILAVA EBDULREHMAN – ŞÎNDA EKREM

30‘yê Cotmehê bi sponseriya Rûsya, Tirkiyê û Îranê civîna yekemîn a amadekirina destûra bingehîn a Sûriyê li gel beşdarnebûna 10 endamên komîteyê lidar ket. Nûnerên rejîma Sûriyê, kesên navê opozîsyonê û yên civaka sivîl di civînê de hazir bûn, nûnerên zêdeyî 5 milyon xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo civînê nehatin vexwendin.

Derbarê mijarê de Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Emîna Umer got,"Biryarên vê komîteyê me eleqedar nake ji ber nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cihê xwe tê de nagirin."

Komîteya destûr ne rewa ye

Emîna Umer destnîşan kir ku dûrxistina nûnerên 5 milyon xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê hin hêzan û ajnîdeyên vê komîteyê bi rêve dibin ve bi zanebûn hatiye kirin û wiha domand: "Mafê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye nûnerên wê hebin ji ber ku ev gel di oxira rizgarkirina herêmê xwe de ji çeteyên DAIŞ fedekariyên mezin nîşan dan û di çarçoveya Rêveberiya Xweser û meclisên herêmê de xwe bi rêxistin kirine. Ev komîte ne rewa ye ji ber hemû pêkhateyên gelê Sûriyê di nav xwe de nagire."

Emîna Umer bal kişand ku MSD‘ê xebatek da meşandin da ku rola wê di komîteya destûrê de hebe, lê VÎTO‘yê ya Tirkiyê û aliyên ditir ev yek asteng kirin û got: "Ji ber ku berjewendî û armancên wan hene û naxwazin nûnerên van herêman hebin û Rêveberiya Xweser wekî beşek ji opozisyonê dibînin."

Emîna Umer destnîşan kir ku kesayetên girêdayî DAIŞ û Cebhet El-Nusra di komîteya destûrî de ne ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê qetil dikin.

Tirkiyê ya Sûriyê dagir dike di amadekirina destûrê de beşdar e

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso diyar kir ku civîna komîteya destûrî di demê de dagirkeriya Tirkiyê êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hate lidarxistin û ev tişt anî ziman: "Ev tiştekî gelekî balkêş e, Tirkiyê ya dixwazin bi hincetên ne rast Sûriyê dagir bike bi çi awayî beşdarî nivîsandina destûra Sûriyê bibe."

Eyşe Hiso destnîşan kir ku MSD û rêveberiya xweser û hemû partiyên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê encamên komîteya destûrî nas nakin ji ber nûnerên wan ên sereke tê de beşdar nabin.

Eyşe Hiso got: "Niha nîqaşên li ser rizgarkirina xaka Sûriyê ji dagirkeriya Tirk a bi hemû çekên giran êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û serseriya dewleta Sûriyê binpê dike ji nîqaşên li ser komîteya destûrî girîntir e."

ANHA