Ji bo qirkirinek wek a Ermeniyan çênebe, banga yekîtiyê

Koçberên bi zorê ji Serêkaniyê derketine, banga yekîtiya refên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê kirin. Da ku li hemberî hovîtiya dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê bisekinin.

Ji bo qirkirinek wek a Ermeniyan çênebe, banga yekîtiyê
1 mijdar, 2019   05:35
HESEKÊ - NESRÎN ELÎ – HENAR ÎBRAHÎM

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusre, bênavber êrîş û topbarana xwe li ser herêmên sînor yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bajarê Serêkaniyê di nav de didomîne, ji ber vê yekê bi hezaran sivîl naçar bûn ji gund û bajarên xwe, koçber bibin.

Koçber di 64 dibistanên bajar û navçeyên Hesekê de hetine bi cihkirin.

Ajansa me ji nêz ve rewşa koçberên hatine dibistanekê dişopîne û axaftina gelek koçberan derbarê koçberiyê û binpêkirinên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê der heqê sivîlên Serêkaniyê de, parve dike.

Fatme Mihemed yek ji koçberên Serêkaniyê ye. Fatme got:`` Di destpêkê de me zarokên xwe derxistin, lê piştre ji ber topbarana bê navber a bi çekên giran û balafirên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li ser bajêr em jî derketin.``

Fatme wiha domand:`` Çeteyên dagirkeriya Tirk mala me şewitand, niha em di vê dibistanê de bicih dibin, başe pêdiviyên me hatine pêkanîn lê daxwaza me ew e ku em vegerin bajar û mala xwe û wek berê jiyan bikin.``

Fatme got: ``Em naxwazin Tirkiyê û çeteyên wê me hukim bike, tenê em Hêzên Sûriya Demokratîk dixwazin.``

Zeydî Husên Ebdullah jî yek ji koçberên Serêkaniyê ye, got:``Erdogan û çeteyên wî bajarê Serêkaniyê yê aram topbaran kirin, qehremanên me bi hemû hêza xwe parastina bajêr dikirin, lê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi tank û balafiran êrîş dikirin. Daxwaza me tenê Hêzên Sûriya Demokratîk li bajarê me serwer bin, ji hêzên me baştir tune ye, em alternatîvê naxwazin.``

Ebdullah banga yekrêziyê kir û wiha got:`` Bila li her çar parçeyên Kuredistanê Kurd refên xwe bikin yek û li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê bisekinin da ku em vegerin ser mal û xaka xwe.``

Welatiyê bi navê Wesmî Şueyb jî got `` Rêkeftinên dewletên cîhanê ji bo qirkirina gelên herêmê ye, ev yek berdewamiya qirkirina Ermenan a li Tirkiyê ji aliyê Osmaniyan ve hatiye pêkanîn e.``

(rr)

ANHA