ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01. 11. 2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01. 11. 2019
1 mijdar, 2019   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, dê werin şopandin.

-Qonaxa duyemîn a Berxwedanê Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

- Çalakiya şêniyên Serêkaniyê ya ji bo şermezarkirina dagirkiriya dewleta Tirk di roja pêncemîn de li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişlo didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên kantona Kobanê bi boneya Roja Cîhanê ya Piştgiriya Berxwedana Kobanê û ji bo piştgiriya QSD‘ê ji qada Jina Azad dest bi meşê dikin, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Kobanê şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dicle oxir dikin, saet 14:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê merasîmê sersaxiyê yê şervana YPJ‘ê Tîmaf Serbilind a di Berxwedana Rûmetê de şehîd bibû, organîze dike, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Artêşa delwta Tirk a dagirker û çeteyên wê rê nadin şêniyên Girê Spî derkevin herêmên Rêveberiya Xweser û li aliyekî din dest bi ferzkirina bacan ji şêniyan kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

BERXWEDANA RÛMETÊ

-Rêvebera Kongreya Star a navçeya Şedadê diyar kir ku êrişa Tirk derfet da şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ‘ê ku derkevin û got, heger "Herêma ewle" hebe bila di bin çavdêriya hêzên navnetewî de be. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberên bi zorê ji Serêkaniyê derketine, banga yekîtiya refên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê kirin. Da ku li hemberî hovîtiya dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Serêkaniyê Mihemed Haco got: “Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora 25 dibistanên li herêma Serêkaniyê wêran kirine. Her wiha dibistanên din veguherandine bargehên leşkerî. Ji ber êrişa Tirkiyê zêdetirî 25 hezar xwendekar ji mafê xwendinê bê par mane.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAVDÊRÎ

- Siyaseta dewleta Tirk a dagirker li Sûriyê diyar e. Lewra binpêkirinê wê li herêmên dagirkirî ji hev cuda nînin. Li herêmên dagirkirî mafên mirovan binpê dike, hovantirîn sûcan ji kuştin, revandin, koçberkirin, talankirin, qirkirin û guhertina demografiya herêmê pêk tîne. Her wiha taybetmendiya herêmê asîmle dike. niha jî hewl dide li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya êrişên xwe pêk bîne.

POLÎTÎKA

- Emîna Umer û Eyşe Hiso diyar kirin ku biryarên komîteya destûrî wan eleqedar nake û gotin, "Niha nîqaşên li ser rizgarkirina xaka Sûriyê ji dagirkeriya Tirk ji nîqaşên li ser komîteya destûrî girîngtir e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA