Amadekariyên vekirina kampa koçberên Girê Spî dest pê kir

Şaredariya Gel a Navçeya Eyn Îsa, dest bi amadekirina binesaziya kampa koçberên Girê Spî ku dikeve başûrê navçeyê, kir.

Amadekariyên vekirina kampa koçberên Girê Spî dest pê kir
Amadekariyên vekirina kampa koçberên Girê Spî dest pê kir
Amadekariyên vekirina kampa koçberên Girê Spî dest pê kir
Amadekariyên vekirina kampa koçberên Girê Spî dest pê kir
31 cotmeh, 2019   17:34
GIRÊ SPÎ

Şaredariya Gel a navçeya Eyn Îsayê ji bo koçberên Girê Spî yên ku ji ber êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusre koçberî Tebqa, Reqa û Eyn Îsa bibûn amadekirina vekirkirina kampekê dikin.

Rêveberiya Xweser a Baskur û Rojhilatê Sûriyê biryar stand ku bi kordîneya Meclîsa Kantona Girê Spî kampekê  koçberan ava bike û pêwîstiyên wan pêşkêş bike.

Têkildarî mijarê, berpirsê xabatên avakirina kampê Mihemed El-Ehmed got:`` Me îro alavên dûzkirina erda kampê anîn, dê piştre torên avê bê dirêj kirin."

Mihemed El-Ehmed her wiha destnîşan kir ku, dê kamp li gorî çend qonaxan were avakirin, di her qonaxekê de dê 700 kon bên danîn û ev yek dê li gorî hejmara malbatên têne kampê, birêve biçe.

El-Ehmed tekez kir ku dê tevahiya pêwîstiyên girîng ên kampê, wek av, nan, kehrebee, dibistan û germavan, peyda bikin.

El-Ehmed dazanîn ku dê xebatên avakirina kamp berî hatine zivistanê, bi dawî bibin.

(rr)

ANHA