Şêniyên Zirgan: Em xaka xwe terik nakin

Rojnamevan Rûken Cemal tevgera sivîlên navçeya Zirgan a girêdayî herêma Serêkaniyê şopand, ya ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve tê topbarankirin.

Şêniyên Zirgan: Em xaka xwe terik nakin
30 cotmeh, 2019   17:29
HESEKÊ

Rojnamevan Rûken Cemal di nav navçeya Zirgan de geriya û nêrîna şêniyên navçeyê girtin. Şêniyan teqez kirin ku ew dest ji axa xwe bernadin û nahêlin artêşa Tirk welatê wan dagir bike.

Jinek ji gundê Zirgan bang li şêniyan kir ku vegerin malên xwe û malên xwe bernedin "Ev ax bi xwîna hezaran şehîdan hatiye avdan, em bi hêsanî dest ji axa xwe bernadin."

(şx)

ANHA