Li Helebê bi sedan jin li dijî sûcên dagirkeriyê daketin qadan

Bi sedan jinên bajarê Helebê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan.

30 cotmeh, 2019   17:22
HELEB

Hêrsa gel a li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mezin dibe.

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi sedan jin li dijî artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandanek lidar xistin.

Xwepêşandan ji pêşiya hola civînan a rojavayê taxa Şêxmeqsûd destpê kir. Jinan wêneyên şervana YPJ‘ê Çîçek Kobanê ya ji aliyê dagirkeriyê ve dîl hate girtin û şehîd Hevrîn Xelef, Amara, Barîn û wêneyên topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser sivîlan hilda bûn.

Xwepêşandêr di kolanên sereke yên taxa Şêxmeqsûd re meşiyan û li qada Cebanat a rojavayê taxê sekinîn.

Li vir deqeyeke rêz hate girtin, paşê endama Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Roşen Mihemed axivî, şehîdên azadiyê bibîr anîn got:``Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê roleke pêşeng di şoreşê de pêk anî, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dixwazin bi lîstina bi cenazeya şervanên jin îradeya jinên Sûriyê bişkînin, ew bi kiryarên xwe yên der heqê jinê de nîşan didin ku ew ji hêza jinê ditirsin.``

Roşen bi navê jinên Sûriya Demokratîk êrişên dewleta Tirk a dagirker û sûcên wan der heqê şêniyên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şermezar kir û soza mezinkirina têkoşînê da.

Çalakî  bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû

(rr)

ANHA