Li Qamişlo komxebata têkildarî sûcên dewlet Tirk

Çalakvanên hiqûqî yên Sûriyê der barê sûcên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê komxebatek li bajarê Qamişlo li dar xist.

Li Qamişlo komxebata têkildarî sûcên dewlet Tirk
Li Qamişlo komxebata têkildarî sûcên dewlet Tirk
Li Qamişlo komxebata têkildarî sûcên dewlet Tirk
Li Qamişlo komxebata têkildarî sûcên dewlet Tirk
30 cotmeh, 2019   18:17
QAMIŞLO

Komxebata yekemîn a hiqûqnasên Sûriyê ya der barê sûcên Tirkiyê de bi amadebûna hejmarek çalakvanên hiqûqî yên Sûriyê li avahiya Meclisa Dada Civakî ya bajarê Qamişlo li dar ket.

Di komxebatê de êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, encamên wê yên neyînî li tevahiya waran, têkbirina ewlehiya herêmê piştî tunekirina DAIŞ`ê, talankirina çeteyên Tirkiyê yên bermahiyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra malûmilkên sivîlan li Serêkaniyê û Girê Spî piştî dagirkirinê û hatletên koçberiyê hatin nîqaşkirin.

Her wiha di komxebatê de mijara bikaranîna artêşa Tirk a dagiker tevahiya çekên giran, balafir, tang, moşek, topavêjan û heta çekên qedexekirî, teqînên ku DAIŞ û El-Nusra li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin nîqaşkirin .

Hate gotin ku armanca van êrişan têkbirina ewlehiyê herêmê ye.

Beşdaran teqez kir  ku artêşa Tirk a dagirker  girtîgehên DAIŞ`ê yên di bin kontrola Hêzên Sûriye Demokratîk de ji bo ku serbest berde, kirin hedef.

Di dawiya de daxuyaniya komxebatê ji hêla hiqûqnas Şêrwan Lalî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, di komxebatê de nêrîna hiqûqî yên girêdayî êrişa Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û encamên wê li ser erdê hatin nîqaşkirin.

Her wiha hate destnîşankirin ku kiryarên çeteyên Tirkiyê ji siyaseta şewitandina erdê, gefa serjêkirinê, darvekirinên meydanî, bikaranîna çekên qedexekirî, guhertina demografiya bajar û gundan, koçberkirina şêniyên resen, talankirina milkên taybet û giştî, qanûnên navdewletî binpê dikin û diyar dike ku dewleta Tirk û alîgirên wê guh nadin qanûnên navdewletî.

Piştî nîqaşan koma çalakvanên hiqûqî yên sûrî daxwazên xwe rêz kirin.

1-Divê komîteyeke navdewletî  pispor were avakirin da ku bikaranîna çekên qedexekirî ji aliyê dewleta Tirk û alîgirên wê lêkolîn bike.

2- Avakirina dadgehek navdewletî taybet û darizandina sûcdarên şer û sûcên li dijî mirovahiyê(darvekirinên meydanî, guhertina demografîk, hedefgirtina yekeser a sivîlan, koçberkirin û talankirina milkûmalên taybet û giştî û hedefgirtina binesaziya herêmê).

3- Vekişîna bi lez a komên çekdar û artêşa Tirk ji Serêkaniyê û Girê Spî.

4- Misogerkirina parastin û vegera koçberan a li bajar û malên xwe.

5- Li gorî dîtina guncew a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî hêzên parastina aştiyê ya navnetewî li dirêjahiya sînorên bi Tirkiyê re werin belavkirin da ewlehî û aştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk were.

6- Dewleta Tirk berpirsa jiyana dîlgirtiyên sivîl û leşker in. Em banga serbestberdana yekser a dîlgirtiyan dikin. Em bang li komîteya Xaça Sor a navdewletî dikin ku erkên xwe bîne cih, rewşa dîlgirtiyan bişopîne û serbestberdana wan dabîn bike.

)şx)

ANHA